Polîsan avêtin ser mala rojnamegera ku nûçeya ‘Li Colemêrgê şerê taybet’ çêkiribû

Polîsên dewleta Tirk avêtin ser mala nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver a li ser çeteyê fihûş û hişberê ya li Colemêrgê nûçe çêkiribû, bi seatan li malê lêgerîn kirin.

Colemêrg – Polîsên dewleta Tirk, di seatên êvarê de li taxa Kişla ya Gever a girêdayî Colemêrgê avêtin ser mala nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver.

Hat zanîn ku di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê ve hatiye destpêkirin de, biryara lêgerîna mala Rabîa Onver û destdanîna ser materyalên wê yê dîjîtal heye. Hat destnîşankirin ku di serdegirtinê de polîsan bi seatan li malê lêgerîn kirine û dest nedanîne tu materyalên wê.

Nûçeya Rabîa Onver a li ser çeteyê fihûş û hişberê li Colemêrgê ku bi sernava ‘Li Colemêrgê şerê taybet’ çêkiribû, bibû rojev.

Hat zanîn ku derbarê Rabîa Onver a di dema serdegirtinê de ne li malê bû biryara ‘girtinê’ hatiye derxistin.