Îsraîlê li Beyrûtê xist: Zarok jî di nav de mirî û birîndar hene

Li gorî agahiyên destpêkê, di êrişa hewayî ya Îsraîlê li başûrê Beyrûta paytexta Lubnanê li dijî avahiyekê pêk anî de 5 jê zarok herî kêm 8 kes jiyana xwe ji dest dane û 59 kes jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Balafirên şer ên Îsraîlê li Taxa El-Qaim a li başûrê Beyrûta paytexta Lubnanê êrişî avahiyekê kir. Li gorî nûçeya televîzyona El-Meyadîn ku ji Lubnanê weşanê dike; Hat ragihandin ku piştî êrişê xisareke mezin li avahiyên din ên li derdorê çêbûye û ambûlansan ji avahiya ku di êrişê da hatiye hedefkirin gelek kesên birîndar rakirine.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku li gorî zanyariyên destpêkê, di êrişê de 5 jê zarok herî kêm 8 kes jiyana xwe ji dest dane û 59 kes jî birîndar bûne.

Îsraîlê berpirsyariya êrişê girt ser xwe

Artêşa Îsraîlê li ser platforma X’ê ya medyaya civakî daxuyaniyek da û ragihand ku wan li Beyrûtê "êrişeke bi hedef" pêk anîne. Malpera nûçeyan a Amerîkayê Axios îdia kir ku armanca êrişê fermandarekî payebilind ê leşkerî yê Hizbullahê bûye.