Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Ji bo yekîtiya gel têkoşînê xurt bikin

Platforma Yekitiya Jinên Kurd, têkildarî qetlîama ku Tirkiye li Zaxoyê pêk anî daxuyanî da.

Navenda Nûçeyan - Platforma Yekitiya Jinên Kurd bomberdûmana dewleta Tirk a 2 roj berê li dijî gundê Perex ê girêdayî navçeya Zaxoya Herêma Kurdistanê pêk anî, şermezar kir.

Platformê daxuyaniyek nivîskî weşand û bi bîr xist ku li Zaxoyê di encama êrişa ji aliyê Tirkiyeyê ve hat vekirin de zarok û jin jî di nav de gelek welatiyên Iraqî û Kurdistanî jiyana xwe ji dest dan û bûyerê şermezar kir.

“Dengê xwe bilind bikin

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji Roboskî heya Şengalê ji Efrînê heya Mexmûrê bi dehan caran bi topbarana dagirkeran jin û zarok di nava malên xwe de hatin qetilkirin. Bi salan e em li her çar parçeyên Kurdistanê bang dikin ku şer bê sekinandin û di nav hemû partiyên Kurdan de yekitiyek bê avakirin” û hate diyarkirin ku divê jinên Kurd li hemberî dagirkerî û êrîşan dengê xwe hin zêdetir bilind bikin.

Banga yekitiyê

Di berdewamiya daxuyaniyê wiha hat gotin: “Em Platforma Yekitiya Jinên Kurd vê êrişa li ser sivîlan şermezar dikin. Li dijî kuştina sivîlan, talankirina Kurdistanê em bang li jinên her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku li dijî vî şerê qirêj bertekê nîşan bidin, têkoşîna yekitiya jinên Kurd û ya gelê Kurd xurttir bikin."