ENQERE – Platforma Jinan a Enqereyê li dijî hedefgirtina Sema Bîngol daxuyanî da. Li Enqereyê di 1’ê Hezîranê de di bîranîna Ethem Sarisuluk de nûçegîhana Ajansa Mezpotamyayê (MA) Sema Bîngol hatibû binçavkirin û pişt re hat berdan. Di 8’ê Hezîranê de Akît û Ensonhaber ên alîgirê desthilatdariyê Sema Bîngol hedef girtin
‘Em piştevaniyê mezin dikin’
Platformê li ser hesabê xwe ya çapemeniya dîjîtal da zanîn ku ew li dijî polîtîkayên krîmînalîzekirin û bêîtîbariyê ya li hember Sema Bîngol piştevaniyê mezin dikin.




