Pêşangeha hunerên dîtbarî û karên destan a jinan li Germiyanê vebû

Li Kelarê Pêşangeha Sêyemîn a Hunerên Dîtbarî û Karên Destan a Jinên Germiyanê bi beşdariya 37 hunermendan vebû. Di wêneyan de aliyên cuda yên ked, jiyan û zehmetiyên jinan tê nîşandan.

Navenda Nûçeyan – Îro, li bajarokê Kelar navenda îdareya Germiyanê yê girêdayî bajarê Silêmaniyê Başûrê Kurdistanê Pêşangeha Sêyemîn a Hunerên Dîtbarî û Karên Destan a Jinên Germiyanê li hola pêşangehê ya Rêveberiya Giştî ya Çand û Hunerê bi beşdariya 37 hunermend û berhemên destan vebû.

Berhemên di pêşangehê de, bi çarçoveyên xwe yên rengîn, aliyên cûda yên jiyana jinan nîşan didin. jiyanên cihêreng ji jinên malê bigire heya xwendekaran, ji bijîşkan bigire heya jinên karker nîşan didin. Ji bilî nîşandana bedewî û hebûna jinan di warên cûda de, tabloyan balê dikişînin ser êş, westiyayî û zehmetiyên jiyanê yên ku ew dijîn.