Perwîn Bûldan û Çîdem Kiliçgun Uçur dengên xwe dan

Hevseroka giştî ya partiya HDP’ê Perwîn Bûldan li Wanê, hevberdevka partiya Çep a Kesk’ê Çîdem Kiliçgun Uçur li Stenbolê dengên xwe bikar anîn.

Navenda Nûçeyan - Gelê Tirkiye îro ji bo hilbijartina dîrokî diçin ser sindoqan. Serokên  partiyên siyasî û namzetên palemener li bajarên ku diçin ser sindoqan dengên xwe didin. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Perwîn Bûldan li sindoqa bi hejmara hezar û 106 a li Lîseya Cûmhûriyet a li Taxa Seyît Fehîm Arvasî ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dengê xwe avêt. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîdem Kiliçgun Uçar, li Dibistana Seretayî ya Gazî ya li Taxa Gaziyê ya Stembolê li sindoqa hejmara wê 1359 dengê xwe bi kar anî.

‘Guherîn teqez e’

Perwîn Bûldan, li ber deriyê dibistana ku dengê xwe lê bi karanî de daxuyanî da, diyar kir ku bi hêviyek mezin li benda encamên hilbijartinê ne û wiha got: “Dema ku her kes heqê keda xwe bigire hatiye. Wê li her aliyê Tirkiyeyê mirov dengê xwe bikar bînin. Ez hêvî dikim ku ev dengên me bibin wesîleya aramî, aştî, hezkirin, edalet û demokrasiya li welat. Ew welat ev demek dirêje bûye welatek ku gelek neheqî û bê qanûnî lê were jiyankirin. Em li bendê ne ku bi hilbijartinên îro werin kirin êdî guherîn û veguherîn pêkan e, hemû gel li benda vê ye. Hêviya 82 milyon mirovan heye ji van hilbijartinan. Me jî îro dengên xwe avêtin, em bi hêviya ku dengên me bibin wesileya aştî, demokrasî û xwişk û biratiyê bang li hemû Tirkiyeyê dikin.”

 ‘Em soza komarek demokratîk didin’

Hevberdevka partiya Çep a Kesk’ê Çîdem Kiliçgun Uçur a li Stenbolê dengê xwe da, piştî dengdanê li ber deriye dibîstanê daxuyanî da û wiha got: “Ev demeke dirêj e li Tirkiyeyê em li ser bêedaletî, xizanî, tundî, tiştên ne baş ên li hember civakê axivîn. Bi encamên vê hilbijartinê re me soza xwişk û biratiya gelan, aramî û jiyana bi hev re ya li welatekî demokratîk da. Em dixwazin serdemeke ku em vana biaxivin hebe. Me sedsalek li pey xwe hişt. Me pirsgirêkên mayinde yên vê sedsalê dewrî serdemeke din kir. Em hêvî dikin ev hilbijartina bibe wesîleya meclîseke van pirsgirêkan çareser bike. Em soza komareke demokratîk didin. Ez hêvî dikim ku têkoşîna aştiyê û heqîqetê ya Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê di sedsaleke nû de bibe wesîleya destkeftiyekê. Encamên hilbijartinê ji niha de ji bo her kesî bi xêr be."