‘Hûn nikarin me rawestînin!’

Jinên ku bi coşeke mezin beşdarî mîtînga Partiya Çepên Kesk a li Qada Îstasyonê ya Amedê bûn, xwestin ew roj bibe roja dawî ya zilma dijîn û cihê xwe yê li qadê girtin. Welatiyên li qadê bi dengekî gotin; "Hûn nikarin me rawestînin."

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Hilbijartinên ku gelên Tirkiye û Kurdistanê bi mehan e li bendê bûn dê îro pêk werin. Li welatê ku dê 60 milyon hilbijêr biçin ser sindoqan, gel israra xwe ya guhertinê di her qadê de tîne ziman. Ev du meh in bi coşa ciwan û jinan xebatan dest pê kirine. Mirovên ku tevî evqas êş, zulm û bêhiqûqiyê jî bêdeng namînin hê bi gotina “Ez heme, li vir im” têkoşîna hebûnê didomînin. Her mîtîng û her çalakiya ku em dibînin û pankartên ku her yek ji ya din xweşiktir e, mînakên herî xweş ên vê têkoşînê ye.

Yek ji van mîtîngên dîrokî jî ya Amedê bû. Jin, zarok û ciwanên Amedê yên ku 2 meh in bê nefes li qadan dixebitin, ji bo 12 parlamenteran bişînin meclisê li hev civiyan, Qada Îstasyonê tijî kirin. Li bajarê ku xebatên hilbijartinê di hewaya cejnê de didomin, gel bi vê mîtîngê serkeftina xwe tacîdar kir.

Dema ku ji mîtîngê re çend saet mabûn, coş û fikar jî zêde bû. Gelo çima? Bombeya ku 8 sal berê di 5’ê Hezîrana 2015’an de di mîtînga li Qada Îstasyonê de teqiya hê jî di bîranînan de zindî ye. Di vê êrîşa ku dihat xwestin li dijî vîna gelê Kurd ku serkeftineke dîrokî bi dest xist were kirin, gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Ji bilî rewşa panîkek mezin, ji vê rojê û vir ve ku serhildan jî çêbûn, li Qada Îstasyonê tiştek neguherî. Ev gelê ku hat xwestin bi bombeyan û mirinê bitirsînin, piştî 5’ê Hezîranê di hemû mîtîng û civînên ku hatin lidarxistin de ev qad tijî kirin. Lê mitînga îro mitîngeke pir cuda bû.

Heta dawiyê coş û heyecan

Ciwan û jinên ku bi pankartên nivîsên "Hûn nikarin me asteng bikin", "Nenêre, nenêre tu yî herî”, “Ya ku li ber xwe dide ez û gel e” û "Qesra Spî dikeve" daketin qadan, tişta em dibêjin fikar serûbin kirin. Gelê Amedê ku li dijî bombe, girtin û zextan dibêje "Em li vir in, em neqediyan" îro careke din nîşanî hemû kesan dan ku ew kî ne. Coşa girseyê ku di demeke pir kin de qadê tijî kir, qet nesekinî. Di berdewamiya rêza yekem ku dayikên bi kefiyên sor, zer û kesk hene, ciwan û zarokan cih girtin. Gelê ku di guhertinê de bi biryar e, nikaribû ji qerabalixa qadê hêzê bigre, hilkişiyan ser dar û dîrek û alê hiljandan.

'Em ê girtîgehan vala bikin'

Di vê mîtînga ku fikar, tirs û gotina "dê çi bibe" tunebû de, me careke din dît ku gelek tiştên em ji gel hîn bibin hene. Jinên ku me li qada mîtîngê sohbet bi wan re kir, diyar kirin ku ew ji bo partiyên xwe û hêviyên xwe yên guhertinê hatine qadan, dayikên bi navê Yaşar, Perîzade û Sema ku di her mîtîngê de li heman cihê bi heman coşê ne, bala min kişandin. Dayika Sema ku dibêje; "Ma ez ê li malê çi kar bikim, dema têm li vir rehet dibin” dibêje ku tevli hemû çalakiyan dibe. Gotina dawî ya dayika ku bi gotina "Serkeftin a me ye, em ê bi serbikevin” min bi rê dike jî "Em ê girtîgehan vala bikin.”             

Gel bi biryar e

Bi vê îrade û biryarê Amedî wê îro ji bo 12-0 biçin ser sindoqan. Gel di vê mîtîngê de got, "Dengê me tenê ji bo me ye jî." Gel bi biryar e ku bi hejmara parlamenteran bişîne meclisê.

Dema ku ez ji herêmê derdikevim, cara dawî li paş xwe dinêrim û ji xwe dipirsim; "Çi dikare vî gelî rawestîne?” Berî ku ez firsendê bibînim li ser bersiva pirsê bifikirim, di heman kêliyê de pankarta "Hûn nikarin me bidin sekinandin!” derdikeve pêşberî min. Erê, nikarin me bidin sekinandin.