“Perwerde ji bo jinan riya xwe naskirin û xwe parastinê ye”

Jinên ciwan ên wargeha penaberan a Mexmûrê ku beşdarî dewreya perwerdeyê bûne dan diyarkirin ku perwerde weke nan û avê pêwîst e û bi taybetî ji bo jin rastî û heqîqeta xwe nas bikin û biparêzin divê xwe perwerde bikin.

ROJEVÎN RÛBA

Mexmûr- Perwerde ji her kesê re weke nan û av pêwîst e û tê wateya zanabûn û zanistê, bi perwerdeyê mirov dikare li hemberî êrîşên li ser jinan, bi zanabûna xwe li ber xwe bidin û vala derbixe û têkoşîna xwe bigihîjînin serkeftinê. Ji bo jinên ciwan bikaribin bi riya perwerdeyê xwe zana bikin û li hemberî êrîşan bibin bersiv, li Akademiya Şehîd Jiyan a wargeha penaberan a Mexmûrê dewreyeke perwerdeyê hat destpêkirin û komek jinên ciwan ên Mexmûrê beşdarî dewreya perwerdeyê bûn.

Jinên ciwan ên beşdarî dewreya perwerdeyê der barê beşdarbûna xwe ya dewreya perwerdeyê de ji ajansa me re axivîn.

“Ji bo jin heqîqeta xwe biparêzin divê xwe perwerde bikin”

Jina ciwan a bi navê Viyan Ustun der barê beşdarbûna xwe ya dewreya perwerdeyê û girîngiya perwerdeyê de wiha got: “Perwerde çi ye û çima girîng e, perwerde riya herî esas e ji bo mirovan û pêwîstiyek bêdawî ye. Perwerde ji bo guherîn û veguherînê û ji bo naskirina rastiya xwe û zanebûnê ye divê destpêkê mirov xwe bi xwe perwerde bike û divê jinên ciwan girîngî bidin perwerdeyê, ji ber di roja me ya îro de ji bo jinan perwerde gelek girîng e. Bi taybetî dema ku ez beşdarî perwerdeyê bûm ji bo pêşketinê sûdek gelek mezin gihîşt min, ji bo wê jî kesê ku bixwaze xwe bi pêş bixe û rastya xwe nas bike û civaka xwe bide naskirin divê xwe perwerde bikin. Di roja me ya îro jin xwe ji rastiya xwe dûr dixin û xwe biçûk dibînin divê mirov bi têkoşînek bêhempa û perwerdeyê vê yekê li ser xwe qebûl neke. Rêber Apo jî dibêje; ‘Azadiya Jinan azadiya civakê ye’ ji bo civakek bikarine bi ser bikeve divê fikrên jinan werin esasgirtin, ji ber ku jin di aliyê fikir de gelek bi pêş ketine. Ji bo jin heqîqeta xwe biparêzin divê xwe perwerde bikin, li gorî min perwerdeya herî mezin xwenas kirine, destpêkê divê mirov xwe nas bike. Bangawaziya min ji bo jinên ciwan ew e ku ji bo li hemberî êrîşên dewletê yên li ser jinan tên meşandin, serî netewînin û bi xwe perwerdekirinê divê em têkoşîna xwe xurt bikin.”

“Divê her kes girîngiya perwerdeyê fam bike û bizanibe”

Jina ciwan a bi navê Dilnaz Uner da diyarkirin ku perwerde ji bo xwenaskirinê gelek girîng e û wiha got: “Beriya ku em werin perwerdeyê me ji bo xwe digot em di ferqa her tiştî dene û em hemû tiştî dizanin. Piştî ku em beşdarî perwerdeyê bûn em êdî ketin di ferqa kêmaniyên xwe de, bi vê perwerdeyê me wateya şerê taybet fam kir ku çawa ev şerê taybet li ser ciwanan tê meşandin. Perwerde çalakiyek e, Rêber Apo dibêje; ‘Ciwan pêşengên civakê ne.’ Divê ciwan pêşengiyê bikin da ku bi ser bikevin. Divê her kes girîngiya perwerdeyê fam bike û bizanibe ger mirov bixwaze li hemberî êrîşên dijmin derbikeve divê mirov xwe perwerde bike. Mirovek bê perwerde mirovek nezan e, ji bo mirov girîngiyê bide xwe û xwe nas bike divê xwe perwerde bike, civak bi zimanê xwe tê naskirin ger ew civak ji zimanê xwe dûr bikeve bi tunebûnê re rû bi rû dimîne.”

“Perwerde weke nan û avê pêwîst e”

Delîla Baykara der barê girîngiya perwerdeyê de wiha got: “Ji bo em xwe bi pêş bixin û bibin xwedî îrade û ji bo em xwe ji êrîşên dijmin ên li ser ciwanan biparêzin divê em xwe perwerde bikin. Perwerde weke nan û avê pêwîst e, çawa ku hersê danên rojê pêwîstiya me bi nan û avê heye, ewqas pêwîstiya me bi perwerdeyê jî heye. Şerê taybet bi taybetî li ser ciwan û jinên ciwan tê meşandin, ji bo em xwe ji van êrîşan biparêzin divê em xwe perwerde bikin, ne tenê em xwe perwerde bikin divê em derdora xwe jî perwerde bikin.”