Ji bo rojnamevana ku êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê protesto kir ceza hat dayîn!

Rojnameger Marîna Ovsyannikova ku di televîzyona dewletê ya Rûsyayê de pankarta "Ji şer re na" vekir, cezayê pereyan lê hat birîn.

Navenda Nûçeyan - Rojnameger Marîna Ovsyannikova ji ber ku di weşana zindî ya Kanal 1 a televîzyona dewletê ya Rûsyayê de bi vekirina pankarta "Ji şer re na" li dijî êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê protesto kir, 50 hezar ruble (14 hezar TL) cezayê pere lê hat birîn. Rojnameger vê biryara cezayê ya jê re hatiye birîn li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand.

Hat ragihandin ku cezayê ku ji bo Marîna Ovsyannikova hatiye dayîn bi qanûna "ji bo bêrûmetkirina hêzên çekdar" ku piştî destpêkirina êrîşên li ser Ukraynayê hat derxistin, hatiye dayîn.

Rojnameger li dadgeha ku li Rûsyayê dihat darizandin axivî û got, “Tişta ku li vir diqewime pir bêwate ye. Şer tirs, xwîn û şerm e. Ev dadgeh ji bo min û hemû kesên ku li dijî êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê ne bitirsîne, hatiye çêkirin."

Marina Ovsyannikova ragihandibû ku piştî çalakiyê ew ê ji Rûsyayê dernekeve.