‘Pejirandina guhertina Zagona Rewşa Kesane biryarek dermirovi ye’

Hevpeymaniya 188 a Silêmaniyê erêkirina guhertina Zagona Rewşa Kesane şermezar kir û wek biyarek dermirovî pênase kir.

Navenda Nûçeyan- Duh Parlamentoya Iraqê li gel du projeyasayên din, guhertina Zagona Rewşa Kesane ya ku wek binpêkirina mafê civakê taybet jin û zarokan dihate pênasekirin, pejirand. Bi vê pejirandinê di dema cudabûna jin û mêr de wê mafê dayiktiyê û mîrasê ji jinê were girtin. Bi guherîna vê zagonê re wê rê ji zewaca zarokên keç ya 9 salî û zarokê kur yê 15 salî, zewaca ji derveyî dadgehê re bê dayîn.

Di çarçoveya nerazîbûn û bertekên dijî vê biryarê de, Hevpeymaniya 188 a Silêmaniyê îro li ber Ofîsa Parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Hevpeymaniya 188’an Razaw Gulê ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:    

Duh Iraqê bi lihevkirina partî û aliyên cuda bazirganiyê li ser jiyana hemû civaka Iraqê bi taybetî zarok, ciwan, jin û malbatan kir. Li navxweyiya Iraq û Kurdistanê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin, ji Parlamentoya Iraqê re daxwazname hatin şandin û xwepêşandanên tund hatin rêxistinkirin. Bi awayekî zelal û vekirî encam û bandorên nerênî hatin gotin. Her wiha metirsiya guherîna  zagonê di nav yasanas, dadger û parêzeran de hate destnîşankirin ku zagonek bi vî rengî dê civakê paşde bixe û ewlehiya zarok û ciwanan, jin û malbatan bixe xeteriyê. Mixabin, pêla kevneperestî û mêrsalar zû proje bi pêş xist û dengdan li ser zagonek ku ji bo Çaxa Navîn jî ne guncaw û bibe di asta navneteweyî de bibe xalek reş û şermek mezin, pêkanî.

Ev biryar binpêkirina mafê jin û zarokan e

Di vê guherînê, du madde hatine destgirtin ku yek ji wan madeya 2 ye û tê de behsa vegera ji bo mezhebên Şîe û Sunne dike ku dê bibe sedema parçekirina civakê li ser bingehê mezheban. Her wiha benda 5 a madeya 10 ku zewaca li derveyî dadgehê qedexe dike, betal bike. Ev zagon 15 salin li Herêma Kurdistanê kar pê tê kirin, lê Zagona Rewşa Kesane hikûmetê neçar dike ku hemû zewacên dervey dadgehê bipejirîne û ti desthilatek ji bo dadwer û dadgehê nemîne.

Em weke Hevpeymaniya 188 a Silêmaniyê vê biryarê şermezar dikin û yek ji zagonên herî nemirovî yên vê serdemê dibînin. Li aliyekê din ev zagon berevajî peymanên navnetewî yên li ser mafên zarokan û mafên mirovane ku binpêkirina serweriya zagonê ye. Di heman demê de yekem care ku di Parlementoya Iraqê de sê proje bi yekcarî dengdan li ser tê kirin û ev jî berevajî rêziknameya navxweyî ya Parlamentoyê ye.”