Banga “Em xwedî li berxwedana Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî derkevin”

Rojnamevan Xeznê Nebî biryara darvekirinê ya dewleta Îranê şermezar kir, bang li jinan kir û got: “Têkoşîna Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî ne şexsî ye, têkoşîna hemû jinan û şervanên azadiyê ye.”

AWZEM VİYAN

Hesekê- Girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî ku di 4’ê Tebaxa 2023’an de bi hinceta li dijî hikûmeta Îslamî serî hildaye ji aliyê Hêzên îstixbarata Îranê ve hatibû girtin, cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Di 8’ê  Çileya 2025’an de Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn, erê kir. Li dijî erêkirina cezayê darvekirinê nerazîbûn û helwestên tund ji aliyê saziyên mafê mirovan, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û rêxistinên jinan ve hatin nîşandan. Rojnamevan Xeznê Nebû ku di Ronahî TV de dixebite, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

‘ Îran dê neghê armanca xwe’

Xeznê Nemû bertek nîşanî cezayê darvekirinê ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî da û wiha got: “Di dîroka Îranê de gelek aktivîstên siyasî, parêzer, rojnameger hatin girtin û cezayê darvekirinê li wan hatin birîn. Ne tenê gelê Kurd, divê hemû kesên ku daxwazin azad û demokratîk bijîn, li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin. Divê têgîna Îslama siyasî ku dixwaze jinan bike kole ku rêveberiya dîktator giringî dide wê, were nirxandin. Em dibêjin sedsala 21’an sedsala jinê ye. Dema behsa serdema jinê tê kirin, di vê sedsalê de bi pêşengtiya jinê ji siyasete heta jiyana civakî gelek guherîn tên jiyîn. Ji ber vê Îran çi dike bila bike wê neghîje armanca xwe.”

‘Cezayê darvekirinê sûcek e’

Xeznê Nebî da zanîn ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi bilindbûna asta hişyariyê re zextên li dijî jinan jî zêde bûye û wiha pê de çû: “Welatên dinyayê û Rojhilata Navîn di pêvajoya guherîn û veguherînê de ne û ji ber vê jî divê Îran zextan kêm bike, li xwe binhêre. Divê Îran polîtîkayên xwe yên rejîmê di berçav re derbas bike. Di serî de jin divê jiyanek azad û demokratîk pêşkêşî hemû gelan bike. Cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî sûceke û divê tavilê were betalkirin.”

‘Têkoşîna Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî têkoşîna hemû jinan e’

Xeznê Nebî bal kişand ser felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dom kir: “Li hemû dinyayê dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berz dibe û ev dirûşme yekbûna jinan derdixe holê. Têkoşîna Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî ne têkoşînek şexsî ye, têkoşîna hemû jinan û şervanên azadiyê ye. Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî ku bûne sembola berxwedanê, dû berxwedanvanên ku ji bo jin û hemû mirovatiyê jiyanek azad dixwazin û di vî alî de şêwe dide civakê û heta dawiyê têkoşînê esas digrin e. Banga min ji bo hemû parêzvanên mafê jinan û rojnamegeran ewe ku, em destekê bidin hemû jinên di bin zextan de û xwedî li mafên xwe derkevin.”

‘Di sekeftinê de rola jinên ciwan gelek e’

Xeznê Nebî banga yekîtiyê li hemû jinên çar parçeyên Kurdistan û welatên cûda yên dinyayê kir û got: “Divê em xwedî li doza xwe derkevin. Di berxwedana Kobanê de me baş dît ku hemû jin çawa rabûn ser lingan û bi hevre bûn yek. Em dikarin li dijî zextên li Îranê tê jiyîn heman yekîtiyê nîşan bidin. Me got ‘Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî biserkevin’ û bi taybetî jin pêşengtiyê ji vê dozê re dike. Rolek mezin a jinên ciwan di avakirina pêşerojek ronî ya ji bo hemû gelên di bin zextên rejîma Îranê de dijîn heye. Jinên ciwan ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê gelek kêrhatî û jîr in, têkiliya min bi gelek navên hêja re hebû. Dema dixwazin tiştek bikin bi rastî biser dikevin. Ji ber ku ez bawer dikim xwedîderketina li jin û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê wê biserkevin.”