Parlementerên HDP: Tecrîd, tê wateya di şertên şer de çûyîna hilbijartinê

Parlementerên HDP’ê diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pêkanîn li beramberî hemû Kurdan e û bang kirin ku bi taybet di pêvajoya hilbijartinê de divê gelê Kurd bibin yek.

Enqere – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikaribin bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin û tecrîda girankirî rabe dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 18'emîn de berdewam dike. Parlamenterên HDP’ê Zeynel Ozen, Feleknas Uca, Kemal Pekoz, Mûsa Pîroglû, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Dêrsim Dag, Celadet Gaydali nobeda îro dewr girtin û dovîzên “Bila li Îmraliyê hiqûq bê sepandin” û “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” bilind kirin û li ber Deriyê Meclisê yê Dîkmenê daxuyanî dan.

‘Navnîşana çareseriyê Îmralî ye’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê bi meyzandina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye û girankirina tecrîdê tê wateya kurkirina siyaseta şer û bê çareseriyê.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd Îmrali ye. Tecrîdkirina birêz Ocalan, tê wê wateyê ku hikûmet ji çareseriyê direve û şer dijwartir dike. Girankirina tecrîdê û kûrkirina şer rê li ber zilmê û zextan vedike. Çawa ku tecrîd û pirsgirêka Kurd bi hevdûve girêdayî ye, bi pirsgirêka Kurdan re li Tirkiye di nava demokrasiyê de jî têkilî heye, dijwarkirina ne çareseriyê û hebûna şer, tê wateya di vê welatî de zordestî û zext zêde bibe.”

‘Wê di nava şer de sindoq werin danîn’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku nîqaşên li ser ewlehiya sindoqan zêde bûne û wiha hate gotin: “Girankirina tecrîdê kûrkirina siyaseta şer ya li dijî gelê Kurd e û tê wateya ku di nav şer û zordestiyê de danîna sindoqê. Li Tirkiye hemû kedkar, yên hatin durxistin, yên rastî neheqiyê hatine divê vê yekê baş bizanin; ‘Desthilat çiqasî şer berdewam bike, wê demokrasî neyê vî welatî û her çendî pêvajoya şer berdewam bike wê kes azad nebe û wê xizanî hîn berfirehtir bibe.”

‘Divê em li kêleka gelê Kurd bin’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li dijî desthilatê, yekitî şert e û wiha dom kir: “Ger em dixwazin vê desthilatê hilweşînin, ev zordestî û binpkirin bi dawî bibe û divê em bi seknekê li kêleka demokrasî û azadiyê bisekinin. Ger em behsa hevgirtinê dikin, divê ji bo serkeftinê em hewil bidin û li kêleka gelê Kurd bisekinin û tenê rêyek ya vê heye, divê em  li dijî polîtakayên tecrîdê rabin û ji bo ev tecrîd ji holê rabe divê ji bo Kurdan maseyek ya edilane were ava kirin û divê em hemû li kêleka hev bin û yek bin. Li dijî tecrîdê rawestin li dijî şer, zordestî, binpêkirin sekinîn e, li dijî tecrîdê rawestin e, tê wateya parastina demokrasiyê. Em bang li hemû kesên dikin ku li dijî vê tecrîd û bê çareseriyê, ji bo demokrasî û azadiyê li kêleka hev bisekinin.”