Ji Payize Mehmud re Xelata Aktîvîsta Herî Baş a Kampanyayê

Çalakvana Kurd Payîze Mehmud ji ber kampanyaya xwe ya li dijî zewaca di temena zarokatî de Xelata Aktîvîsta Herî Baş a Kampanyayê girt.

Navenda Nûçeyan- Payîze Mehmud a ku li Herêma Başurê Kurdistanê ji dayik bû û niha li Îngiltereyê dijî, li dijî zewaca di temana zarokatî de kampanyayek da destpêkirin. Çalakvan ragihand kampanyaya xwe îlham girtina ji çîroka jiyana xwe û hemû zarokên di temena zarokatiyê de bi zorê tên zewicandin, dayê dest pê kirin.

Xwişka Payîze Mehmûd Benaz Mehmûd a ku di temana xwe ya 16 salî de bi zorê hatibû zewicandin, çend sal berê di bin navê "namûsê" de ji aliyê malbata xwe ve hat qetilkirin. Payize Mehmud ji ber kampanyaya xwe ya di mijara zewaca di temana zarokatiyê de hêjayî Xelata Aktîvîsta Herî Baş ya Îngilîz hat dîtin.

Payîze Mehmud a ku xelata xwe wergirt, wiha got: “Kampanya jiyana min vedibêje. Ez ê li kudere be bila bibe ji bo baştirkirina rewş û jiyana jin û zarokên keç xebatên xwe bidomînim.”