Parlamentoya Ewropayê banga redkirina Zagona Rewşa Kesane kir

Parlamentoya Ewropayê bang li Parlamentoya Iraqê kir ku demildest Zagona Rewşa Kesane red bike.

Navenda Nûçeyan- Di 10’ê Cotmehê de Parlamentoya Ewrupayê, pêşniyara guhertina Zagona  Rewşa Kesane ya hejmar 188 ya sala 1959’ê ya Iraqê xiste bernameya xwe û li ser nîqaş kir.

Medya cîhanî û Erebî têkildarî banga Parlamentoya Ewropayê ji bo redkirina guhertina Zagona  Rewşa Kesane agahiyan nû parve  kirin.

Parlementoya Ewropa banga redkirina zagonê li Iraqê kir

Endamên Parlamentoya Ewropayê daxuyaniyek belavkirin û wiha hate ragihandin: “Divê parlamenter bi temamî û demildest pêşnûmeya guhertina Zagona Rewşa kesane red bikin. Her wiha qebûlkirina pêşnûmeyê, tê wateya binpêkirina pabendbûna erkên navneteweyî yên Iraqê li ser mafên bingehîn ên jinan e.”

Parlamentoya Ewropayê pesnê jinên vê pêşniyarê şermezarkirîn ku di nav wan de endamên Parlamentoya Iraqê, herwiha rêxistinên sivîl, çalakvan û endamên civaka sivîl, yên ku ji bo parastina yek ji pêşkeftîtirîn yasayên li herêmê şer dikin, da.

Di heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew di wê baweriyê dene ku guhertina vê zagonê, jin û zarokên ku bûne qurbaniyên tundiya nav malê li Iraqê naparêze, ji ber vê yekê, projeyasa guhertina Zagona Rewşa Kesane dê bibe sedema pêkanîna zagonek ‘radîkaltir’.

Parlamentoya Ewropayê bang li Iraqê kir ku li gorî Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser nehiştina hemû cure cudakariyên li dijî jinan, planek tedbîrên netewî ji bo nehiştina zewaca zarokan, sucdarkirina tundiya nav malê, têkoşîna li dijî tundiya nav malê û pêşxistina mafên jinan û keçan esas bigire lidarbixe.

Hêjayî bi bîrxistinêye di 4’ê Tebaxê (2024) de li Parlamentoya Iraqê runiştina yekemîn û di 12’ê Îlonê de jî runiştina duyemîn ji bo sererastkirina Zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188 ya sala 1959’ê hate kirin. Li gor dîtinên pisporan eger ev zagon were guherîn wê mezhebgerî kûrtir bibe, mafê jin û zarokan wê hîn zêdetir were binpêkirin. Her wisa wê bi vê guherînê re di dema cudabûna jin û mêr de wê mafê dayiktiyê û mîras jî ji jinê were standin. Bi guheîrna vê zagonê re wê rê ji zewaca zaroka keç ya 9 salî û zarokê kur yê 15 salî, zewaca ji derveyî dadgehê re bê dayîn.