Operasyona Mirovî û Ewlehiyê didome: Al û cilên leşkerî yên dewleta Tirk hat dîtin

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de Hêzên Ewlekariya ku li ser Kampa Holê ya DAIŞ’iyan hatibû destpêkirin didome. Li konên DAIŞ’iyan de al û cilên leşkerî yên dewleta Tirk hat dîtin.

Hesekê - Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi destkedayina YPJ û QSD'ê qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de di 25'ê Tebaxê de dabû dest pê kirin. Di encama operasyona ku di roja çaremîn de didome Hêzên Ewlekariya Hundirîn hinek kinc û alên dewleta tirk a dagirker di fêza duyemîn de dîtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Fermandara Yekîneyên Parastina Jin YPJ Dilbirîn Kobanê a ku Operasyona Mirovî û Ewlehiyê birêve dibe, anî bû ziman ku dewleta tirk çeteyan ji herêmên dagirkirî taybet dişîne Kampa Holê. Kinc û alên hatin dîtin jî asta têkiliya DAIŞ’ê û dewleta Tirk jî radixe ber çavan.

Operasyon bi hemû leza xwe di roja xwe ya çaremîn de di fêza duyemîn de didome.