OHD û Komeleya Jinan a Rosayê piştgirî dan malbata Şenyaşar
Şaxa OHD’ê ya Amedê û Komeleya Jinan a Rosayê çû serdana malbata Şenyaşar a di roja 562’emîn a nobeta edaletê de ne.

Riha- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja xwe ya 562’emîn de berdewam dike.
Malbat Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hat ber deriyê Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kir. Komeleya Jinan a Rosayê û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê çû serdana malbatê.
“Bila dawî li vê trajediyê bînin”
Di serdanê de Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Neslîhan Çoban axivî û wiha got: “Nobeta edaletê ya dayika Emîneyê ya li ber deriyên van dadgehan berdewam e. Destûr nedan ku malbat şîna xwe jî bigre. Di her deqîqe û saniyeyê de li pêşiya van deriyan travmayê dijîn. Divê dawî li vê trajediyê bînin. Ji bo ku edalet pêk bê, hewcehî bi zexta raya giştî heye.”
“Bidin şirîkê vê zilmê”
Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyayê Serokomariya Tirkiyê û Wezareta Dadê etîket kir û ev parvekirin kir: “Dozgerê herî mezin ê mirov wijdanê wê ye. Wezîrê demê derket û got di doza me de hatiye naskirin. Piştî qetlîamê, rayedarên ku li dijî me daxuyanî dan bibêdeng mayîne, dibin şirîkê zilma ku 562 roj in didome.”