Mala Jinê ya Til Temirê qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir
Bi armanca şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî Mala Jinê ya Til Temirê daxuyaniyek da û gotin ku divê jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî û xwepêşandanên xwe bikin çirûska şoreşê.

Hesekê – Li dijî qetilkirina Jîna Emînî li tevahî Kurdistanê jin rabûn ser piyan û bi awayên cûrbecûr çalakiyên protestoyê lidar xistin. Li navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê - Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mala Jinê li saziya malbatên şehîdan bi beşdarbûna hemû endaman û rêveberên jin, bi daxuyaniyek qetilkirina Jîna Emînî şermezar kirin.
Daxuyaniya ku ji aliyê Rêvebera Mala Jinê Meryem Mihemed ve hate xwendin wiha bû: "Qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê Polîsên Exlaqî yê Îranê ve em bi tundî şermezar dikin. Ruxmî ku em gihiştine sedsala 21'an hîn jî li gelek welatên cîhanê jin ji aliyê dewletên ku dibêjin em demorkat in û dilxwazê aşîtiyê ne bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Her wiha ji aliyê faşîzma Îranê ve gelek jin hatine binçavkirin û di girtîgehan de bi salan e têkoşînê dikin, mînaka wê jî Zeyneb Celaliyan e ku ji ber îşkenceyê û tundiyê çavên xwe wendakiriye. Jin niha li hember têgeha ku jin tenê beden e têdikoşin ku vê hişmendiyê biguherin. Li dijî qetilkirina Jîna Emînî bi dehan jin porê xwe qutkirin û hîcabê xwe şewitandin. Bi vê helwestê xwestin peyamekê ji Îranê re bişînin ku jin û porê xwe xwazayî ye ne tiştekî şaş e, yê şaş kiryarên we li dijî mirovahiyê ye.
Meryem Mihemed wiha dom kir: "Em wekî Mala Jinê parêzvanên mafê jinan in, bang li tevahî jinan, rêxistinên jin û rêxistinên hiqûqî dikin ku li dijî kiryarên wiha hovane bisekinin û helwestên xwe nîşan bidin. Divê ku lêpirsîn di doza Jîna Emînî û bi dehan jinên wek wê vebe û kûjer werin darizandin. Divê xwepêşandanên ji Jîna Emînî re bibe destpêka çirûska şoreşê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê her wiha li tevahî Rojhilata Navîn."
Daxuyanî bi silogana "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.