NY: Lubnan bi krîza herî xirab a koçberiyê re rûbirû ye

Lubnan şahidiya yek ji pêlên herî xirab ên koçberiyê di dîroka xwe de dike. Neteweyên Yekbûyî ragihand ku hejmara mirovên koçber ji milyonek derbas bûye, di nav de zêdetirî 150 hezar kes di kamp û stargehan de dijîn.

Navenda Nûçeyan – Ji ber ku operasyonên leşkerî ji Adara 2026’an vir ve berdewam dikin, rêxistinên navneteweyî hişyariyê didin ku krîzeke mirovî ya li Lubnanê, bi hilweşîna xizmetên bingehîn û zêdebûna bêewlehiyê dê xirabtir bibe.

Koçberî li Lubnanê gihîştiye asta herî jor

Associated Press, bal kişand sr raporek Neteweyên Yekbûyî ya îro hat weşandin, diyar kir ku krîza koçberiyê li Lubnanê gihîştiye astên bilidn, hejmara mirovên koçber ji milyonek derbas bûye û zêdetirî 150 hezar kes di kampan de dijîn.

Bi milyonan kes ji warên xwe penaber bûne

Di raporê de hatiye diyarkirin ku mirovên koçber di konan an jî stargehên demkî de dijîn û hinek ji wan li deverên dûr bi taybetî li başûr asê mane. Neteweyên Yekbûyî û rayedarên Lubnanê texmîn dikin ku ji ber zêdebûna operasyonên leşkerî di 2’ê Adara 2026’an de, di navbera milyonek û 1.3 milyonî de kes neçar mane ji malên xwe birevin.

Koçber li 616 stargehan belav bûne

Agahiyên ji Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Hevrêzkirina Karûbarên Mirovî (OCHA) û UNRWA’yê nîşan didin ku mirovên koçber li zêdetirî 616 stargehên kolektîf belav bûne, bi piranî dibistan û avahiyên giştî li Beyrûd, Çiyayê Lubnanê, Trablûs, Akkar, Sidon û Başûr, ji bilî navendên li Zahle û Baalbek-Hermelê. Rêxistinên wek Amel, UNRWA û komeleyên herêmî çavdêriya van navendên qerebalix dikin.

Li Lubnanê cihek bi ewle tune ye

Hişyariyên rojane yên Îsraîlê li dijî vegera ji bo 74 bajarokên başûr rewşê bi aloztir dike. Li Lubnanê "cihekî bi ewle tune ye", di nava bêewlehiya xwarinê ya ku zêde dibe de, pêlên koçberiyê didomin, binesazî texrîb bûye û karûbarên bingehîn jî nemane.