NY: Di êrîşên Hûsiyan de zêdetirî 60 sivîl mirin

Li gorî daneyên Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî, di êrîşên milîsên Hûsî yên li ser herêmên niştecihbûnê yên li Marib, Taiz û Mochayê de, 60 sivîl hatin kuştin ev yek bû sedema pêla koçberiyê û zirarên mezin.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên dubare yên li ser herêmên niştecihbûnê li bajarên cuda yên Yemenê rê li ber mirin, birîndarbûn û koçberbûna malbatan vedike. Ji ber êrîşan hişyarî hat kirin ku rewşa mirovî ji ber aloziyên ewlehiyê yên berdewam xirabtir dibe û ev yek êşa sivîlan zêdetir dike.

Zêdetirî 60 sivîl mirine

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, rayedarên herêmî yên ku roja 26’ê Tebaxê, bi Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya NY (OCHA) re axivîn, diyar kir di êrîşên Hûsiyan ên li ser herêmên niştecihbûnê yên li Marib û Taizê zêdetirî 60 sivîl mirine û herî kêm 54 kes birîndar bûne.

Di raporê de hat diyarkirin ku nêzî ji sedî 67 kesên mirine bi temamî li herêmên Mocha û Taîzê qewimîne, li wê derê ji 42 sivîlan 7 kes mirine, 35 ji wan jî birîndar bûne. Her wiha li Maribê, ji 21 sivîlan 2 kes mirine, 19 kes jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku hejmara kesên ku bûne hedefa êrîşên li dijî keştiyên bazirganî li Tengava Bab el-Mandeb nehatiye piştrastkirin.

Ev êrîş bû sedema pêleke nû ya koçberiyê

Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) diyar kir ku êrîş bûne sedema pêleke nû ya koçberiyê, herî kêm 162 malbat, bi qasî hezar û 134 kes, koçber bûne. Piraniya van malbatên koçber li Taîzê bûn; 35 ji wan ji Mochayê û 85 ji herêmên din ên di nav parêzgehê de bûn. Her wiha li Hudeydayê 21 malbat, li Lehjê 18 malbat û Maribê 3 malbat koçber bûne.

Di raporê de hate destnîşankirin ku pevçûnan bandorê li binesaziya xizmetên bingehîn û deverên bêwar kiriye. Hat diyarkirin ku li Mochayê xebat bi demkî hatine rawestandin û zirar gihîştiye stargehên li Maribê.

OCHA’yê piştrast kir ku hevkarên wan hewl didin pêdiviyan bi cih bînin. Rêxistinan dest bi pêşkêşkirina alîkariyê ji malbatên nû yên koçber bûne re kirine. Her wiha hat ragihandin ku di nav de bi riya Mekanîzmaya Bersivdayîna Lezgîn, pêşkêşkirina stargeha lezgîn, pêdiviyên xwarinê, arîkariya diravî û karûbarên parastinê pêşkêş dikin.