Li ser entegrasyona YPJ’ê ya di nava Wezareta Hundirîn de danûstandin berdewam dikin

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ragihand ku di 26’ê Tebaxê de bi şandeke fermî ya Wezareta Hundirîn a hikûmeta veguhêz re civîneke erênî pêk aniye û li ser entegrasyona YPJ’ê ya di nava wezaretê de danûstandin berdewam dikin.

Navenda Nûçeyan – Di 26’ê Tebaxê de fermandariya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi şandeke fermî ya Wezareta Hundirîn a hikûmeta veguhêz a Şamê re hevdîtineke fermî pêk anî. Di vê civîna girîng de, rewşa ewlehî û aramiya Sûriyê ligel pêşeroja hevkarî û hevrêziya di navbera her du aliyan de bi berfirehî hatin gotûbêjkirin.

Mijara herî sereke ya rojeva civînê, pêşeroja YPJ’ê bû. Di hevdîtinê de hate tekezkirin ku YPJ wekî hêzeke taybet û rêxistinkirî dikare di nava binesaziya Wezareta Hundirîn de were entegrekirin.

Fermandariya YPJ’ê ragihand ku hevdîtin bi awayekî erênî û avaker derbas bûye. Her wiha hat diyarkirin ku ji bo temamkirin û encamkirina pêvajoya entegrasyonê di çarçoveya peymana 29’ê Çileya 2026’an de, wê hevdîtin û danûstandinên her du aliyan di demên pêş de jî bên domandin.