Nûçegihana me Medîne Mamedoglû li Wanê hat binçavkirin

Nûçegihana me ya NUJÎNHA'yê ya Tirkiyeyê Medîne Mamedoglû, dema ku çalakiyên ji bo Abdulah Zeydan ê ku wek Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a DEM'ê hat hilbijartin û mazbata wî nehat dayîn dişopand bi kelepçeyan paş ve hat binçavkirin.

Wan - Nûçegihana me Medîne Mamedoglû ya ji bo şopandina çalakiyên li qadê yên ji bo Abdullah Zeydan ê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Bajarê Mezin hat hilbijartin û mazbata wî nehat dayîn bişopîne çû Wanê, bi kelepçe li paş ve hat binçavkirin.

Rojnameger Medîne Mamedoglu li ser hesabê xwe yê platforma medyaya dîjîtal X ragihand ku ew hatiye binçavkirin û wiha got:

“Dema ku min meşa parêzeran a li Wanê dişopand, bi kelepçeyê paş ve hatim binçavkirin û min derb kirin.”