DFG: Êrişên li dijî rojnamevanan bi dawî bikin

DFG’ê bertek nîşanî hedefgirtina rojnamevanan a di dema protestoyên bajarên Kurdistanê yên piştî hewldana darbeyê ya Wanê da û wiha got: “Êrişên li dijî rojnamevanan demildest bi dawî bikin.”

Navenda Nûçeyan-Namzetê hevşaredariyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan di hilbijartinê de bi ser ket lê mazbataya wî dan namzetê AKP’ê. Çalakiyên protestoyî yên li ser vê yekê hatine destpêkirin hêj didomin. Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî hedefgirtina rojnamevanan a di dema protestoyên bajarên Kurdistanê yên piştî hewldana darbeyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

‘Rojnamevan bi awayek vekirî hat hedef hatin girtin’

Di daxuyaniya hate dayîn de wiha hate gotin: “Ev hewldana darbeyê ya ku ji duh ve li seranserê welêt bûye sedema nerazîbûneke mezin, li Wanê rastî nerazîbûnên gel hat, di heman demê de êrîşên dijwar li dijî xwepêşandanan pêk hatin. Di bûyerên duh pêk hatin de mixabin rojnamevan bi awayekî vekirî hedef hatin girtin û rastî êrişî hatin. Kedkarên çapemeniyê yên ku peywîra wan ew e ku rastiyan ji gel re ragihînin dîsa bûn hedefa polîsan. Di serî de Wan li gelek bajaran dîmen kişandina kedkarên çapemeniyê hate astengkirin, bûne hedefa gaz û ava şid. Li hin cihan jî rastî mudaxileya fizîkî hatin.”

  Di daxuyaniya DFG’ê de binpêkirinên mafan ên du rojan hatin kirin wiha hatin rêzkirin: 

“*Di bûyerên li Wanê de nûçegihanê Gazete Dûvarê Kadîr Cesûr bi guleyên plastîk birîndar bû. Ji ber guleyên plastîk ên bi lingê Cesûr ketin, laşê wî reş û şîn bû. 

* Bi ava şid mudaxileyî rojnamevan Rûşen Takva hate kirin. 

* Rojnamevan Oktay Candemîr dema xwest protestoyan bikişîne, telefona wî ji aliyê polîsan ve hate desteserkirin û dîmenên wî bi darê zorê hatin jê birin û heqaret lê hatin kirin. 

* Pênc rojnamevan li hin noxteyan dema mudaxileya polîsan kişandin rastî êrişa polîsan hatin. 

* Guleya plastîk li nûçegihanê KRT’ê Ûmût Taştan ket. 

* Bombeya gazê bi kameramanê Rûdawê Muhammed Şakîr ket. 

* Serokê AKP’a Colemêrgê Zeydîn Kaya û parastvanên wî di protestoyên Colemêrgê de bi çekan êrişî çalakvanan kirin. Rojnamegerên ku kêliyên êrişê dikişandin jî rastî gefên xizmên Zeydîn ê AKP’î hatin. Rojnameger Serkan Kaya yek ji wan rojnamegeran e ku rastî hewldana lînçkirinê hat û gef lê hatin xwarin. Rojnameger Kaya, bi zor û zehmet xwe ji êrişê xelas kir û heta êriş bi dawî bûyî jî xwe spart avahiyekî. Hate zanîn ku kesên bi telefonê li Kaya geriyan e jê re gotine ‘derkeve derve em ê te bikujin’. 

Li Êlihê dema nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê û Jinnewsê di bûyerên derketin de dîmen dikişandin bi awayekî qestî bi avaşid êrişî wan hate kirin. 

* Li Sêrtê polîsên ku êrişî berteka demokratîk a gel kirin, nûçegihanên Ajansa NeHaberê derb kirin.”

'Ewlehiya jiyana rojnamegeran di xetereyê de ye'

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ewlehiya can a rojnamevanan di bin xetereyê de ye û wiha hate gotin: “Ev yek ji aliyên hêzên ewlehiyê ku divê rojnamevanan biparêzer ve tê kirin. Ji hemû hevalên me yên rojnamevan ên ji duh ve rastî êrişê tên re derbasî be. Bi vê boneyê em careke din bang li desthilatê û hêzên ewlehiyê yên di bin fermana wê de dikin. Em êrişên li dijî mafê agahî negirtina nûçeyan a gel şermezar dikin û diyar dikin ku vê yekê qebûl nakin. Em li bendê ne ku rayedar ji bo ewlehiya canê rojnamevanên di qadê de dixebitin tedbîrên pêwîst bigirin. Heke dê ji geşedaneke neyînî ya pêk were desthilat dê berpirsyar be.”