Nobeta parlamenterên HDP’ê di roja 6’an de ye

Çalakiya nobeta parlamenterên HDP’ê ya ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin dane destpêkirin berdewam dike.

Enqere- Parlamenterên HDP’ê yên ji bo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, li pêşiya Wezareta Edaletê dest bi çalakiya nobetê kiribûn, di roja 6’an de çalakiya xwe didomînin.

Parlamenter û berdevka HDP’ê Ebru Gunay, Pero Dundar, Feleknas Uca, Necdet Îpekyuz, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Muazzez Orhan, Abdullah Koç û Kemal Pekoz, li ber deriyê Dîkmenê yê Meclisê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

 ‘Wê Roboskê tu caran neyê jibîrkirin’

Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz  daxuyanî da û di daxuyaniyê de diyar kir ku komkujiya di 28’ê kanûna 2011’an de li gundê Roboskê yê navçeya Qilebana Şirnexê pêk hat û di encamê de 34 kesan jiyana xwe ji dest dan ketiye sala xwe ya 11’emîn û wiha got: “Roboskê di bîra cîhanê de weke komkujiyeke Kurdan cihê xwe girt. Tevî evqas dem derbas bûye jî heta nihe pêşketinek çênebûye û Roboskê di bîra de weke êşeke mezin maye, ev êş tu car nayê jibîrkirin û hesabê wê dê were pirsîn.”

‘22 meh in hevdîtin çênebûne’

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku 22 meh in bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaran re hevdîtin nehatiye kirin û wiha hat gotin: “Ev 22 meh in carek jî hevdîtin çênebûye. Ev hevdîtina em qal dikin jî beriya 22 mehan bi telefonê çêbû. Malbat û parêzer her hefte serlêdanan dikin lê bi hincetan tu hevdîtin nayê kirin. Ji ber ku wê hevdîtin ji bo aştiyê çêbibe, peyama were dayîn wê ji bo aştiyê be.”

‘Li dijî bêedaletiyê derkevin’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin û hat pirsîn, çima wezîrê Edaletê bersiv nade bêdengiya wan havkariya sûc e û tecrîd weke îşkence hat pênasekirin û wiha hate gotin: “Ji bo ev yek ji holê bê rakirin û li Tirkiyeyê aştî pêk were, ji bo em di nava wekhevî û azadiyê de bijîn divê di zûtirîn demê de pêvajoya muzakereyê dest pê bike. Hevdîtina herî dawî ya CPT di civakê de rê li ber fikaran vedike. Daxwazên me rewa û hiqûqî ne. Divê her kes li dijî vê neheqiyê derkeve. Bêdengî şirîkatiya sûc e, pêwîst e Wezareta Dadê di zûtirîn demê de bersivê bide.”