Dîdar Gul a ku hatibû revandin û binçavkirin hat berdan

Endama KBG'ê ya Îzmîrê Dîdar Gul ku ji ber bertek nîşanî cezayê ji kujerê Denîz Poyraz Onur Gencer re dabû, hatibû binçavkirin, hat berdan.

Navenda Nûçeyan- Dîdar Gul a ku di daxuyaniya Jin Bi Hev Re Bihêz in (KBG) a Îzmîrê ku têkildarî eşkerekirina biryara dozê ya Onur Gencerê ku li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê êrişa çekdarî pêk anî û Denîz Poyraz qetil kir dihat darizandin de axivî, hat binçavkirin.

Hat hînbûn ku Dîdar Gul ji ber gotinên xwe yên wekî; "Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî dê bê darizandin" hat binçavkirin, piştî îfadeya xwe ya li emniyetê da, hat berdan. Her wiha hat destnîşankirin ku ji Dîdar Gul re di lêpirsîna xwe ya li emniyetê de ji bo îfadeya "Wezîrê Karên Sûc" bi kar aniye, bi gotinên bi eşkereyî heqaret li dewletê kiriye hat sûcdarkirin.