Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar ket roja 738’an

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ket roja 738’an. Malbatê îro jî peyma: “Em li vê derê ne û em ê bi hev re vê pergala ne adil biguherînin” da.

Riha- Li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît ê di êrîşê de birîndar bûbû berdewam dike.

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku ji 9’ê Adara 2021’ê de li ber deriyê Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin ket roja 738’an. Malbata ku ji Pirsûsê hat ber deriyê Edliyeya Rihayê, pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” vekir û nobeta xwe domand, li ser hesabê xwe yê medyaya dijital ev peyam parve kir:

“Hiqûq û edaleta welat di bin piyan de ye. Hemû kesên ku tu berjewendiyên wan ên madî bi desthilatdariyê re tune ye, xwedî li têkoşîna dayikê derketin. Em li vê derê ne û em ê bi hev re vê pergala ne adil biguherînin.”