Nermîn Îsa: Divê jin li dijî astengiyan serî netewînin

Ji Komeleya Hiqûqnasên Jin Nermîn Îsa, diyar kir ku divê saziyên civaka sivîl ji bo jin mafên xwe bi dest bixin xebatên hevpar bimeşînin û got ku divê jin li dijî astengiyên ku pêşiya wan digrin serî netewînin.”

ASMAA FATHÎ

Qahîre – Jin ji ber newekheviya zayendî neçar dimînin ji bo bidestxistina mafên xwe yên siyasî, civakî û aborî û hwd. têbikoşin. Jinên ku li dijî ferzkirinên civakî hewl didin li hemû qadên jiyanê hebûna xwe bidomînin, dema vê dikin jî rastî gelek zext û zehmetiyan tên hiştin.

Yek ji van jinan jî Alîa Fawzî ya ku li gundekî dûrî Qahîreyê dijî ye. Alîa Fawzî ya ku navê xwe ya rast parve nake, 35 sal in li vî gundî têkoşîna wekheviyê dide. Alîa Fawzî ya li dijî daxwaza zewicandina yek ji pismamên xwe perwerdeya xwe berdewam kir, wiha got: “Ji bo malbatan zewac girîng e lê min ji bo xwendina xwe vê yekê red kir. Jin her dem di nava şerekî de ne. Ji bo xwe bidin îsbatkirin neçar dimînin, ji mêran bêtir kedê bidin. Mînak ger di karekî de bixebite ji mêran zêdetir ked dide û bêedaletiyek mezin derdikeve holê.”

Cudakariya li cihê kar berdewam kir

Alîa Fawzî ya ku di yek ji saziyên ku zanîn û ezmûna xwe lê tercûbe kir de dixebite, diyar kir ku bi gelek astengiyên rêveberê berpirsyar re jî re rû bi rû maye. Alîa Fawzî cudakariya ku li cihê kar rastî hat wiha vegot: “Ez wek pêşketin ji hevsalên xwe yên mêr çêtir im lê ji wan kêmtir mûçe distînim. Ez tevlî bûrs û gelek projeyan bûm. Her carê min hewl da jêhatiya xwe îsbat bikim. Cihê ku ev terfî bigrin, bi gotina ‘tu nikarî vê karî bikî’ hatin redkirin. Derfetên herî baş ji mêran re tên pêşkêşkirin û her dem mûçeya herî bilind didin mêran. Tevî zehmetiyên ku min dîtine jî min dev ji karê xwe berneda.”

'Divê jin ji bo mafên xwe bên piştgirîkirin’

Endama Komeleya Hiqûqnasên Jin Nermîn Îsa destnîşan kir ku divê saziyên civaka sivîl ji bo bidestxistina mafên jinan xebatê bidin meşandin. Nermîn Îsa wiha got: “Li pêşiya jinan gelek astengî hene. Divê jin li dijî astengiyên ku riyên wan digrin serî netewînin. Ji bo jin di vê mijarê de bên perwerdekirin, girîng e ku rêxistinên sivîl bi hev re tevbigerin. Divê jin ji bo bidestxistina mafên xwe bên piştgirîkirin. Divê bê vegotin ku rolên heyî, ne rolên jinan in.”

'Rola çapemeniyê girîng e'

Nermîn Îsa destnîşan kir ku di guhertina qalibên li ser rola zayendî û civakî de rola çapemeniyê jî heye û wiha axivî: “Divê çapemenî û platformên cuda yên ragihandinê ji bo jin di civakê bi pêş bikevin bixebitin. Divê bernameyên bilindkirina hişyariyê li ser çawaniya eşkerekirina jêhatîbûna jinan û têgihîştinên şaş ên der barê jinan de, bên pêkanîn. Ez di wê baweriyê de me ku di guhertina qalibên li ser jinan tên ferzkirin de rola çapemeniyê mezin û bingehîn e.”

‘Di navbera jin û mêran de tu ferq nîn e’

Nermîn Îsa da zanîn ku misogerkirina wekheviya zayendî di warê pêşketina civakî de pêwîstiyek e û diyar kir ku perwerde jî bi vê wateya xwe girîng e. Nermîn Îsa diyar kir ku hin qanûnên qalib bi riya mufredatên perwerdeyê diguherin û wiha got: “Di navbera jin û mêran de tu ferq nîn e û jinan bi karên serkeftî, vê yekê îsbat kirine. Di sala 2004’an de Dadgeha Malbatê hat avakirin û kesên pispor li dozên jinan mêzê kirin. Ev bi saya însiyatîfa 'Platforma Mafên Wê ye' bi pêş ket. Parêzerên jin piştî salên dirêj dest bi parastina jinan kirin û binpêkirinên jinan dijîn, bi civakê re rû bi rû hiştin.”

‘Divê ji bo mafên wekhev bixebitin’

Nermîn Îsa, diyar kir ku ji bo jin bibin xwedî mafên wekhev pêwîst e xebat bên meşandin û wiha bi dawî kir: “Ji bo vê yekê jî zanîna jinan girîng e. Aliyê erênî yê qeyrana aborî jî ew e ku jin arasteyê karên cuda dibin. Ji ber derfetên sînordar, jin di jiyana kar de hin zêdetir hewl didin. Jin di bazara kar de ketine cîhana mêran û di pîşeyên cuda de keda destan bi pêş xistin. Jin karê necarî û hesînkariyê ku wekî karê mêran tê dîtin jî dikin.”