Nobeta edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 621'emîn de ye

Malbata Şenyaşar di nobeta edaletê de careke din got ku heta ku edalet pêk were ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Riha-  Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 621’emîn de berdewam dike.

Ji ber dawiya hefteyê edliye girtî ye, malbat li mala xwe ya li Pirsûsê nobetê didomîne.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal têkildarî nobetê ev peyam parve kir: "Yên ku mafên wan tên binpêkirin û neheqî li wan tê kirin, ziman, ol û nasnameya wan tune ye. Divê em bi hemû kesên mazlûm re bin. Berê me li riya edaletê ye. Heta ku edalet pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin."