NADAʹyê ragihand ew ê bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" têkoşînê mezintir bikin

Hevbendiya Demokratîk a Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê NADA bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, bi daxuyaniyekê tundiya li ser jinan şermezar kir.

Navenda Nûçeyan - Bi boneya nêzîkbûna Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, Hevbendiya Demokratîk a Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê NADA bi daxuyaniyek, tundiya li ser jinan şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo şoreşa Îranê ya bi pêşengiya jinan e û kampanyaya “Ez Jiyan im” ku vê dawiyê ji aliyê rêxistin û torên femînîst ên pêşeng ve hat destpêkirin, nîşan da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi minasebeta Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan îsal, em hê jî şahidên mezinbûnek berbiçav û nedîtî ya tundiya li ser jinan li seranserê cîhanê ne, tevî mezinbûna têkoşîna femînîst a balkêş li dijî her cure şîdeta li ser jinan û binpêkirinên eşkere yên mafên wan jî. Eger ev yek tiştekî nîşan bide, wê demê ev yek nîşan dide ku çiqas pergala kapîtalîst a global û zîhniyeta wê ya baviksalarî ya otorîter ji vîna jinên azad ditirse û ji bo şikandina îradeya wan, bêdengkirina dengê wan û talankirina maf û azadiya wan hemû rê û rêbazan dişopîne. Em ketine serdemeke ku çanda tundiya li dijî jinan gihîştiye asta “qirkirina jinan” bi hemû wateya xwe û baştirîn îsbata vê yekê jî tiştê ku vê dawiyê li Îranê qewimî, îşkence û kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ye. Em ê piştgiriya şoreşa Îranê ya bi pêşengiya jinan e û piştgiriya ji kampanyaya ‘Ez Jiyan im’ ku vê dawiyê ji aliyê rêxistin û torên femînîst ên pêşeng ve hat destpêkirin bikin. Heta ku şer raweste û ewlekarî û aramî li vê herêma me ya qedîm pêk were em ê bi israr têkoşîna xwe mezin bikin. Di bin dirûşma ku herî dawî di şoreşa jinên Îranê de bal kişand û li herêmê û cîhanê deng veda, ango dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de em bi têkoşîna xwe ve girêdayî ne.”