Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 623’an de ye

Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û dû lawên wê hatin qetilkirin û 623 roj in bang li rayedaran dike û careke din daxwaza xwe ya edaletê dubare kir.

Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adara 2021’ê de dabûn destpêkirin, di roja 623’emîn de berdewam dike.

Malbata Şenyaşar di saetên sibehê de dest bi nobeta xwe ya edaletê kirin. Malbat li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî hesabê Wezareta Edaletê ya Tirk û walîtiya Rihayê etîket kir û ev nivîs parve kir: “Li bajarê ku pêxember û Nemrud jê derbas bûne, nobeta edaletê ya dayikek di roja 623’an de berdewam dike.”