Ji Dayikên Plaza de Mayo Hebe de Bonafînî jiyana xwe ji dest da

Yek ji avakarên Dayikên Plaza De Mayo yên li Arjantînê ji bo zarokên xwe yên winda têdikoşiyan Hebe de Bonafînî ya 94 salî jiyana xwe ji dest da. Ji ber mirina Hebe de Bonafînî li welat şîn hat îlankirin.

Navenda Nûçeyan – Li Arjantînê di dema derbeya leşkerî de gelek kes hatibûn windakirin û ji bo windayan Hebe de Bonafînî yek ji avakarên saziya dayikan bû, serokatiya Dayikên Plaza De Mayo dikir. Hebe de Bonafînî li li bajarê La Plata yê Buenos Aîres di 93 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Li Arjantînê 3 roj şîn hat îlankirin

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê hikûmeta Arjantînê ve hat dayîn de Serokomarê Arjantînê Alberto Fernandez, bi gotinên “Dayika li qada Gulanê û têkoşera mafên mirovan Hebe de Bonafînî ji nava me bar kir, em bi rêzdarî wê oxir dikin. Hikumet û gelê Arjantînê dê wê bi têkoşîna ku ji bo sî hezar windayan dida bi bîr bîne, wê wekî sembola navneteweyî ya lêgerîna heqîqet û edaleta dibîne” û hat diyarkirin ku dê li welat 3 rojan şîn were îlankirin.

Hebe de Bonafînî kî ye?

Hebe de Bonafînî, li bajarê Arjantinê Ensenadayê 4’ê Kanûna 1928'an hat dinyayê. Di temenê ciwan de dest bi xebatê kir. Zarokên wê û bûka wê hatin revandin. Kurê wê yê mezin Jorge Omar û yê biçûk Raul Alfredo di sala 1977'an de, hevjîna Jorge Maria Elena Bugnone Cepeda jî di 1978'an de hatin revandin û windakirin. Piştî wê yekê tevahiya jiyana xwe bi têkoşînê derbas kir. Komek jinan jî bi wê re li dijî derbeyê dengê xwe bilind kirin û bûn sedem ku gelek kesên weke wan zarokên xwe winda kiribûn dest bi têkoşînê bikin.

Hebe de Bonafînî ku kesek cesûr û xwedî gotina xwe bû ji sala 1979'an ve serokatiya Komeleya Dayikên Meydana Gulanê dikir. Ji bo hesabê kesên ku di navbera salên 1976-1983’an de di dema dîktatoriya leşkerî de hatibûn revandin û windakirin bipirsin, ev sazî di sala 1977’an de hatibû avakirin.

Li Arjantînê di 24’ê Adara 1976'an de di bin navê “Pêvajoya jinûveavakirina neteweyî” de derbeya leşkerî çêbûbû û heta sala 1983'an berdewam kiribû. Di wê pêvajoya şerê qirêj de ku wekî “pêvajoya terora dewletê” tê binavkirin, mirov ji balafiran hatin avêtin, di bin çavan de hatin windakirin û îşkenceyên hovane hatin kirin.