Nobeta Edaletê di roja 720’an de ye

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 720’an bi biryardarî dıdome. Malbata Şenyaşar di Nobeta Edaletê de wiha got; ‘Me di navbera Riha û Enqereyê de korîdorek vekir. Navê vê korîdorê edalet e.’

Riha-  Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adarê 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 720’emîn de berdewam dike.

‘Me di navbera Riha û Enqereyê de korîdorek vekir’

Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî bû, malbatê çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê domand.

 Malbatê, der barê çalakiya xwe de li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal bi dîmenekî ev peyam parve kir: “Me di navbera Riha û Enqereyê de korîdorek vekir. Navê vî korîdorê, korîdora edaletê ye. Yên ku bêedaletiyê dibînin lê dîsa jî bêdeng dimînin, neçarî tekçûnê ne.”