Şêniyên Helebçeyê wê di 14’ê Adarê de xwepêşandan li dar bixin

Li dijî îhmalkariya li ser Helebçeyê û tunebûna xizmetguzariyê, şêniyên Helebçeyê banga xwepêşandanên berfireh kirin. Her wiha diyar kirin ku ew tevli merasîma salvegera komkujiya Helebçeyê ku ji aliyê desthilatdariyê ve tê lidarxistin nabin.

Helepçe- Ji ber paşguhkirina Helebçeyê û tunebûna xizmetguzariyên di warê tendirustiyê û dahata jiyanê de, Encûmana Rawêjkarî ku ji tora hevbeş a rêxistinan û kes û karên qurbaniyan, nûnerên bajarokan û gundên girêdayî Helebçeyê, alî û mamosteyên ayînî pêk tê civînek li dar xist.

Hemû sazî û dezgeh bi hev re civiyan

Di cîvîna berfireh a ji bo damezrandina encûmenê de ku giştî çînan digre nava xwe çalakvana ciwan Behre Kerîm diyar kir ku armanca wan ew e di 35’emîn salvegera kîmyabarana li Helebçeyê de bigihîjin encameke ku xizmet ji bo Helebçeyê were kirin.

Di dawiya civînê de encûmena rawêjkar, der barê civîna xwe de daxuyaniya çepemeniyê da. Berpirsê beşa ragihandina komeleya qurbanyên Helebçeyê Huşmend Murad daxuyanî xwend û diyar kir ku ew beşdarî merasîma salvegera 16’ê Adarê ya kîmyabarana Helepçeyê ku ji aliyê desthiladariyê ve tê birêxistinkirin nabin. Her wiha diyar kir ku dê di 14’ê Adarê de xwepêşandanên berfireh werin lidarxistin.