Jinên Sudanê: Rola jinan di têkoşîna li dijî madeyên hijbir de girîng e

li paytexta Sûdanê, Xortûmê kampanyayên mezin li dijî madeyên hişbir hatin lidarxistin. Gelek jinên ku tevli çalakiyê bûn bal kişandin ser rola jinan û hişyariya li hemberî madeyên hişbir kirin.

MEYSA EL-QAZÎ

Xertûm- Li paytexta Sûdanê, Xertûmê çalakiyek li dijî hişbiran hat lidarxistin, şanoyek jî der barê wê mijarê de hat pêşkêşkirin, gelek kes û ji her temenî jin û mêr amade bûn.

‘Zarokek 10 salî madeyên hişber bi kar tîne û difiroşe’

Derûnînas Aîşe El-Mubşêr Mihemed Elî der bare kesên ku madeyên hişbir bi kar tînin de axîvî û got ku her roj 3-4 kesên ku van medayan bi kar tînin tên navenda me dixwazin tedawî bibînin hinek ji wan jî ji ber tirsa malbata xwe nikarin werin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ev tiştekî metirsîdar e, nîşan dide ku madeyên hişbir gelekî di nava gel de belav bûne, temenê yê herî biçûk li gel me 10 salî ye, ew bi xwe bi kar tine, difroşe û belav dike. Vê mijarê sînorê bêdengiyê derbas kir. Nexweş tên gel me tiştek ji wan nemaye, hewl didin xwe bikujin. Li gel dermankirinê, em ji bo guhertina vê nêrînê kar dikin. Hejmara nexweşên gel me pir zêde ye. Ez bawer im gelek jî hê hene ji ber civakê ditirisin werin xwe derman bikin, hemû nexweşên me xwedî pirsgirêkên malbatî, cudabûn, mirina bav an jî tundûtujiya li dijî zarokan in, pêwîst dike ku em bi hev re kar bikin.”

Doktor Aîşe El-Mubşêr Mihemed Elî dibêje ku kesên madeyên hişbir bi kar tînin, diyar in û wiha pêde çû: “Pir cureyên bikaranîna madeyên hişber heye. Mîna şewitandin, derzîlêdana însûlînê hwd. Ew nexweş dikarin baş bibin û vegerin jiyana xwe ya normal jî. Ji sedî 88 nexweşên me di navendê de hebûn vegeriyan jiyana xwe ya berê û hinek ji wan bi me re di navendê de kar dikin.

‘Armanca çalakiyê hişyarkirina civakê ye’

Der barê armanca çalakî û rola jinan de têkoşîna li dijî hişbiran de, rêvebera têkiliyên giştî û rêvebera giştî Nagla Omar Nemer di çalakiya ku hat birêxistinkirin de axivî û got: “Armanca çalakiyê hişyarkirina civakê ye, bi taybetî beşa xwendekarên zanîngehan. Rola jinan di vê mijarê de aktîf e, ji %60 di aliyê rêxistinkirinê û amadebûnê de jin beşdar bûn. Baweriya jinan ew e ku ew çavdêrên yekem in li ser zarokên xwe, ew guhertinên danûstandin û tendirustiya zarokên xwe dişopînin, armanca me ji çalakiyê ku dengê me bigihîje beşa herî mezin di civakê de.”

‘Pêwîst e her kes ji aliyê xwe ve hişyar be’

Karmenda wezareta ajalan, Betol Mihemed Elî tevlî vê çalakiyê bûye û bal dikşîne ser têkoşîna dijî madeyên hişbir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ciwan bi koman dicivin û li hember hişbiran têdikoşin yên ku hişbir bikartînîn ev kom ji destê wan digirin. Ev însyatîfeke başe, hêvî dikim hemû gel di nava taxan, zanîngehan, û xwendekarên dibistanên amadehî de dijî hişyariyê belav bikin. Rola dayîkan gelekî mezin e, ji ber ku ciwan ji dayîkên xwe ve nêztir in, dayîk pirsgirêkên wan dizanin û alîkariya wan dikin.”

‘Hişbir bûye nexweşiyek û civak ji ber êşan dikşîne’

Betol Mihemed Elî di dawiya gotinên xwe de diyar dike ku ew heya dawiyê piştgiriyê didin kesên çalakî li dar xistine û wiha bi dawî dike: “Madeyên hişbir bûne nexweşiyek û  civak hemû êşê ji ber dikşîne, zarok gihîştin asta nexweşiyên hestîrî, dewlet jî tune ye. Saziyên taybet bi dermankirina adeksyona hişberan nîn e em bang li wezareta tendirustiyê dikin ku girîngiyê bidin vê mijarê û bi civakê re li hember vê nexweşiyê bisekinin.”