Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di roja 103’emîn de ye

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, ruxmê hemû zext û girtinên dewleta Îranê jî bi biryardarî didome.

Navenda Nûçeyan-  Serhildana gel li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja 103’emîn de didomin. Kesên ku beşdarî serhildana dibin, tên girtin û yên tên girtin jî bi cezayên girtîgehê yan jî darvekirinê re rû bi rû dimînin.

Hinek kesên tevlî mêrasima 40 rojiya Aylar Hakçi bûn hatin girtin

Hezên ewlehiyê yên Komara Îslamî êrîşê mêrasîma 40 rojiya Aylar Hakçî bûn û bavê wê jî di nav de gelek beşdar hatin girtin. Li gorî nûçeya hat parvekirin, piştî êrişa hêzên ewlehiyê merasîma 40 rojiya Aylar Hakçî ya yek ji qurbaniya serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ye, zêdetirî 10 welatî hatin girtin. Di dîmenên hatin weşandin de tê dîtin ku bavê Aylar Hakçî di êrîşa polîsan de rastî lêdanê hatiye. Di merasîma Aylar a 40 rojî de dirûşmên “Azerbaycan Yatmayib, Aylar Qani Bataib”, “Bimre dîktator” û “Hamaney kujerê eyaleta xwe ye” hatin berzkirin.

Aylar Hakçî ya xwendekara beşa tibê ya zanîngeha Azad a Tebrîzê bû, 16’ê Kanûna 2022’an di serhildana şoreşgerî ya li Tebrîzê de ji aliyê hêzên Întizamî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hat qetilkirin.

Li Hedeh Sotoudeh re 4 sal cezayê girtîgehê hat birîn

Ji xwendekara Belûç a bi navê Hedeh Sotoudeh a 20 salî ya tevli serhildana şoreşgerî bû, 4 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. Ajansa Nûçeyan a Mafên Mirovan Now Andsh ragihand ku ji bo xwendekarek Belûç a bi navê Hedeh Sotoudeh ku di Cotmeha îsal de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ji ber xwepêşandanan hatibû girtin, 4 sal cezayê girtîgehê hatiye dayîn. Sûcê ku xwendekara jin pê tê sûcdarkirin “Li dijî ewlehiya welat kombûn û lihevkirina veşartî” ye. Her wiha cezayê wê yê girtîgehê jî ji aliyê şaxa 6’an a Dadgeha Şoreşê ya Zahîdanê ve hat dayîn.

Tê diyarkirin ku Hedeh li Zahidanê di 24’ê Îlona 2022’an de ji ber serhildana şoreşgerî hatiye girtin û piştre 10’ê Cotmehê bi kefalet hatiye berdan. Hikûmet ji serhildana şoreşgerî ya piştî qetilkirina Jîna Emînî û li Belûcistanê destdirêjiya fermandeyekî polîs a li djî zarokekî 15 salî dest pê kir de, di xwepêşandanên Belûcistanê û bi taybetî li bajarê Zahîdanê de, zêdetirî sed kes hatin qetilkitin û bi sedan welatî hatin girtin.

8 meh cezayê girtîgehê li Parvîn Abdollahpanah hat birîn

Ji bo çalakvana sivîl û endama lijneya rêveberiya kooperatîfa karkerên înşaetê Parvîn Abdollahpanah 8 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Parvîn Abdollahpanahî ya li Baneyê yek ji çalakvanên sivîl e, ji aliyê dadgeha Komara Îslamî ve, bi 2 meh cezayê girtîgehê û 6 meh cezayê girtîgehê yê hatine taloqkirin, hat mehkûmkirin. Çalakvana civaka sivîl, di meha Gulana 2022’an de jî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ve hat girtin û ji aliyê Şaxa 1’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Seqizê ya Baneyê ve mehkûmê 8 meh cezayê girtîgehê hat kirin. Parvîn û 7 hemwelatiyên din di meha Gulana sala 2022’an de ji aliyê hêzên îstîxbarata Rejîma Îslamî ya Îranê ve hatibûn girtin û piştî nêzî 2 mehan bi kefaleta 300 milyon Tûmenî hatin berdan. Parvîn ji aliyê hezên îstîxbarata li Baneyê ve bi sedema çalakiyên sivîl û bi îdiaya di nava partiyên Kurdistanî de dixebite hat girtin.

 Li Zerhkaton Mazarzahî cezayê darvekirinê hat birîn

Kampanyaya çalakvanên Belûc ragihand ku li girtîgeha Kermanê cezayê darvekirinê li jineke Belûc ku bi sûcdariyên madeyên hişbir hatiye hatiye girtin, hat erêkirin. Kampanyaya çalakvanên Belûc ku rêxistineke mafên mirovan e ji bo binpêkirina mafên mirovan a li parêzgeha Sîstan û Belûcistana Îranê kampanyayê dimeşîne, ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê li jineke Belûc a bi navê Zerhkaton Mazarzahî ku di 30’ê Kanûna 2017’an de ji aliyê hezên ewlehiyê ve bi hinceta hilgirtina madeya hişbir hat girtin û di 30’ê Kanûna 2017’an de sewqî girtîgeha Kerman hat kirin re cezayê darvekirinê da. Şaxa 1’an ya Dadgeha Şoreşê ya Kermanê dayîna cezayê darvekirinê piştrast kir û sewqî înfaza cezayê girtîgehê kir.

Kampanyayê diyar kir ku Zarkhaton Mazarzehî hemû sûcên li dijî xwe red kiriye û tu madeya hişbir pê re nehatiye girtin.

Li Sepideh Reshno 5 sal cezayê girtîgehê hat birîn

Sepîdeh Reshno ligel nivîsandina kovarek lêkolînî, qedexeya derketina derveyî welat û tevlibûna ofîsa çavdêrî û şopandinê ji aliyê karbidestên qanûnê ve, mehkûmê 5 sal cezayê girtîgehê yê hat taloqkirin bû.

Xwîşka Sepîdeh Reshno, Saman Reshno li ser rûpela xwe ya Twitterê ragihand ku xwîşka wê cezayê darvekirinê girtiye û Sepideh bi vederkirina civakî re ji 5 cezayê girtigehê re hatiye mehkûmkirin. Saman Reshno der barê sûcdariyên der barê Sepideh de ev tişt gotin: “Piştî betalkirina sûcê “Misogerkirina sedemên gendelî û fuhûşê” cezayê xwîşka min Sepideh Reshno hat erêkirin û wek “Li dijî ewlehiya welat kombûn û lihevkirina veşartî”, “Li dijî dewletê propaganda”, “Li kolanan îfşakirin” jî di nav de 5 sal cezayê girtîgehê hat dayîn.”