Nobeta Edaletê di roja 598’emîn de ye
Malbata Şenyaşar di roja 598’emîn a nobetê de bang li rayedaran kir

Riha- Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dan destpêkirin di roja xwe ya 598’emîn de berdewam dike.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyayê ev parve kir: “Zilma li pêşiya deriyê edliyeyê hem wek ruh hem wek bedenî me gelek westand. Ya ku hêzê dide me, ya ku me li ser piyan digre mafdariya me ye. Em bawer in ku dê têkoşîna me encam bigre. Ji ber ku daxwaza me ya edaletê ji her kesê re hewce ye.”