Nobeta Edaletê di roja 519’emîn de ye

Emînê Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a 519 rojin têkoşîna xwe ya edaletê didomînin, bal kişandin ser astengiya duh û wiha gotin: “Astengkirina me ya ketina edliyeyê ne çareserî ye, heta ku edalet neyê em ê ji ber vî deriyî neçin.”

Riha- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja xwe ya 519’emîn de ye. Malbatê serê sibê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeyê û dest bi nobeda xwe kirin. 

Malbat ku ev demek dirêj e li siya baxçeyê edliyeyê nobedê digirt, duh li ser fermana Walîtiya Rihayê ji baxçe hatin derxistin. Dayik Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar ku hatin ber edliyeyê dovîza, “Ji bo edaletê mudaxileyên 519’emîn nikarin me bitepisînin” hildan û li ber bariyeran dest bi nobedê kirin. 

Malbatê li ser hesabê xwe yê  medyayê Walîtiya Rihayê û Midûriyeta Emniyetê etîket kir û ev parvekirin kir: “Dilê dayikê bi edalet û merhamet e. Nikare neheqiyê û bêhiqûqiyê qebûl bike û biçe mala xwe. Astengkirina me ya ketina edliyeyê ne çareserî ye, heta ku edalet neyê em ê ji ber vî deriyî neçin.”