“Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş berdin”

Jinên ku beşdarî mîtînga HDP'ê ya "Çareserî em in ji şer û mêtingeriyê re na" li Amedê li dar xist bûn, bal kişandin ser binpêkirinên li girtîgehan tê jiyîn û xwestin Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş bên berdan.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Li gorî daneyên sala 2022’an a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 651 ji wan giran, hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Dema ev hejmar roj bi roj zêde dibe, girtiyên nexweş ên li girtîgehan gelek caran ji ber helwestên keyfî ji mafê jiyan û tenduristiyê bêpar tên hiştin. Polîtîkaya li ser Aysel Tugluk a ku tevî nexweşiya wê demansê heye nayê berdan tê pêkanîn, pêkanînên li girtîgehan jî bi awayekî herî zelal radixe ber çavan. Jinên ku beşdarî mîtînga HDP’ê ya di 6’ê Tebaxê de li Amedê bi dirûşmeya, “Çareserî em in, ji Şer û Dagirkeriyê re Na!” li dar xist bûn, xwestin di şexsê Aysel Tugluk de hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan. Jinên ku diyar kirin ne berdana girtiyên nexweş û tedawî nekirina wan sûcê mirovahiyê ye, bang kirin ku divê tecrîda li dijî girtiyan bi dawî bibe.

“Aysel Tugluk ji ber Kurd e di girtîgehê de ye”

Ji jinan Nur Kazan diyar kir ku Aysel Tugluk a nexweşa demans ji ber ku Kurd e di girtîgehê de ye û wiha got: “Çevik Bir tehliyeye bû, lê Aysel Tugluk hê jî li girtîgehê ye. Ev neheqî û bêedaletî ye. Ger Aysel Tugluk ne Kurd bûya dê niha li derve bûya. Neheqiya li mirovan tê kirin hemû kes dibîne. Neheqiya li Kurdan tê kirin bi holê ye.”

"Li girtîgehê girtina girtiyên nexweş sûc e"

Behiye Sevîm a diyar kir ew ê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin, balkişand ku  li girtîgehê girtina girtiyên nexweş sûcê mirovahiyê ye. Behiye Sevîm wiha got: “Aysel Tugluk, Mehmet Emîn Ozkan û bi sedan nexweş di girtîgehê de ne. Nikarin pêdiviyên xwe jî bi cih bînin. Ez bang li Kurdan dikim; Bila tu kes li malê xwe nemîne, ji zarokên me ra kîmyasal davêjin, her tişt li wan dikin. Çekên kîmyewî, tecrîd ev sûcên mirovahiyê ne. Ez bang li her kesî dikim; Bila serê xwe deynin ser balgiyê û destên xwe deynin ser wijdanê xwe. Êdî bes e bila Kurd rabin ser piyan.Tu tiştekî me nebe jî em bi şerefa bimirin, lê bêdeng nemînin.” 

“Bila tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe”

Ji jinan Maşallah Kaya jî xwest Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş bên berdan. Maşallah Kaya a dixwaze tecrîda li ser girtiyên siyasî yên li girtîgehan tê pêkanîn bi dawî bibe, wiha got: “Bila kesên cezayên wan bi dawî bûne bên berdan. Em aştiyê dixwazin. Em mirin naxwazin, em naxwazin xwîna ciwan birije. Cegera dayikan dişewite, dê heta kengê bişewite, êdî bes e? Bila ev mîtîng bibe mitînga aştiyê. Bila Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş ên li girtîgehê jî bên berdan." 

"Bila aştî were, qetlîam raweste”

Ji jinan Kamîle Şîmşek jî wiha axivî: “Aysel Tugluk bi rewşekî nexweş di girtîgehê de û rewşa wê roj bi roj xerabtir dibe. Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Ji kesên ku cezayê wan qediya re ji nû ve 7-8 sal ceza didin. Em dayikên aştiyê ne. Bila ev hemû kes bên berdan. Deriyên girtîgehê vedibin. Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyan, derman nadin wan. Hemûyan dixin hucreyên yek kesî. Çi ji destê wan tê dikin. Bila deriyê girtîgehê bê vekirin û aştî were û ev komkujî raweste.”