Nobeta edaletê di roja 505’an de didome

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar didome. Malbatê di çalakiya îro de komkujiya bi serê wan hatiye bi bîr xist û wiha got: “Em ê nedin jibîrkirin û dev jê bernedin. Em ê nehêlin ji rojevê bikeve. An edalet an edalet, ji bilî vê tu rêyeke din nîne

Riha - Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtin û darizandina kiryaran, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 505’an de jî berdewam kir.

Emîne Şenyaşar nexweş bû lewma nekarî beşdarî çalakiyê bibe lê kurê wê Ferît Şenyaşar di saaetên serê sibehê de hat pêşiya Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi Nobeta Edaletê kir. 

“An edalet an edalet”

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Neheqî û bêedaletiya li mirovekî tê kirin, birînan di tevahiya civakê de vedike. Birîna bêedaletiyê ya li Rihayê hatiye vekirin, hêj jî xwîn jê diherike. Em ê nedin jibîrkirin û dev jê bernedin. Em ê nehêlin ji rojevê bikeve. An edalet an edalet. Ji bilî vê tu rêyeke din nîne.”