Der bare pirsgirêkên lêçûnên qanûnî de civînek guftûgoyê hat lidarxistin

Weqfa Pirsgirêkên Jinên Misirê civînek guftûgoyê li dar xist û tê de pirsgirêkên lêçûnên di Qanûnên Rewşa Kesane de û helwesta Banka Nasir ya derbarê mijarê de hat nîqaşkirin.

ASMAA FATHI

Qahîre - Nêzîkî 50 sal bi ser destpêkirina karûbarê Banka Nasir re derbas dibe, ku sindoqa geşepêdana malbatê de di bin wê de ye, ku ew ji bo cîbicîkirina xerciyên jin û zarokan hatiye arkdarkirin. Lê jin û zarok ji ber belaya temamkirina prosedurên pêwîst û kaxezên pêwîst yên ku ji bo ew nirxa darayî ya berê diyarkirî ya 500 lîreyan bistînin, êşê dikşînin. Weqfa Pirsgirêkên Jinên Misirê civînek guftûgoyê li dar xist û tê de pirsgirêkên lêçûnên di Qanûnên Rewşa Kesane de û helwesta Banka Nasir a derbarê vê mijarê de hat nîqaşkirin. Di civîna guftûgoyê de, bi amadebûna nûnerên bankê, hin jinan serpêhatiyên xwe yên xirab ligel Banka Nasir gotûbêj kirin.

"20 sal in weqf li ser guherandina Qanûna Rewşa Kesane dixebite"

Seroka Lijneya Rêvebir a Weqfa Pirsgirêkên Jinan a Misrê Eza Silêman got ku ew nêzî 20 sal in li ser sererastkirina Qanûnên Rewşa Kesane dixebitin û hewl didin ku pîvanek edaletê pêk bînin da ku jin bê astengî mafên xwe bi dest bixin û wiha pê de çû: "Weqfê kar li ser temamkirina projeya yasaya malbateke dadperwertir kir, ya ku ji aliyê Nûner Neşwa El-Dîb ve hat pesendkirin û piştî wergirtina nêzîkî 60 îmzeyan li Meclisê, ew pêşkêşî Meclisa Nûneran hat kirin. Bi boneya 50. salvegera destpêkirina xebatên Banka Nasir, bi daxwaza zêdekirina lêçûnên ji bo jinan Weqfa Pirsgirêkên Jinên Misirê li dijî bankê kampanyayeke elektronîkî da destpêkirin."

"500 lîre mîqdarek piçûk e ku nikare hewcedariyên ti malbatê bicîh bîne"

Endama Meclisa Nûneran nûner Neşwa El-Dîb teqez kir ku wê daxwaznameyek pêşkêşî Meclisê kir ku li ser rêjeya neqfiyeya ku Banka Nasir xerc kiriye û wiha axivî: "Jin gelek êş û azarê dikişîne ji ber ku hevjînê wê, wê bê neqf dihêle. Proje yasaya ku pêşkêşî Meclisa Nûneran hatiye kirin, bi beşa prosedurî ​​ya ku hejmara wan 102 babet e û beşek ji wê li ser hêsankirina mijarên girêdayî neqfûyê û her wiha Banka Nasir e. 500 lîre mîqdarek piçûk e ku nikare hewcedariyên ti malbatê bicîh bîne."

Hêjayî gotinê ye ku Weqfa Pirsgirêkên Jinên Misirê ragihand ku ew ê li dijî Banka Nasir dozeke stratejîk vekin.