Nobeta edaletê di roja 501’emîn de ye

Malbata Şenyaşar di roja 501’a nobeta edaletê de careke din bang li rayedaran kir û daxwaza edalet kir.

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja 501’emîn de berdewam dike.

Ferît Şenyaşar danê sibehê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hat ber Edliyeya Rihayê û li derenceyên edliyeyê nobeta xwe da destpêkirin. Hate hînbûn dayik Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nikariyê were qada nobetê.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê ev peyam belav kir: “Me tam 500 roj li pey xwe hişt. Ger Tirkiye dewleta hiqûqê be, bila berpirsiyariya xwe ya hiqûqê bîne cih, wek din daxwazek me din nîne.”