“Şoreşê bi jinan dest pê kir û dê bi jinan bi ser bikeve”

Jinên ku beşdarî Foruma Şoreşa Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyê bûn wiha gotin: “Ev forum dê bibe pêşîvekirinek ku em zêdetir têkiliyên xwe bi jinên Rojhilata Navîn re çêbikin û em bikaribin destkeftiyên xwe xurt û misoger bikin.”

Qamişlo- Foruma Şoreşa Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyê bi nîqaşên li ser deh saliya Şoreşa Jinê ya li Bakur û Rojhilatê Surî bipêş ket û şewq da tevahî jinên azadîxwaz ên cîhanê berdewam dike.  

Jinên ku beşdarî forumê bûne nêrînên xwe parvekirin.

“Bi vê forumê em parastina destkeftiyên jinan dikin”

Rêveberiya Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jinan, Mîzgîn Hesen armanca forumê wiha nirxand: “Ev forum ji bo parastina destkeftiyên şoreşa jinê hate li dar xistin. Her wiha di forumê de dê bal werê kişandin li ser destkefiyên jinan ên di nava 10 salan de ku bi dest xistine. Di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de şoreşa jinan pêk hat û jinan di nava şoreşê de rasterast cihê xwe girtin di gelek aliyan de pêşengî kirin, kar û xebat meşandin. Jin dikaribûn xwe îsbat bikin nîşan bidin ku dikarin di her aliyê de pêşengiyê bikin. Aliyê zagonî, hiqûqî, perwerde, jiyanî, dîplomasî û leşkerî de dikaribûn kar bikin ku ev şoreş wek şoreşa jinan hat zanîn. Ev destkeftiyên ku heyî ji bo ku bên parastin, ev forum balê dikişîne ser destkeftiyên jinan ku em binirxînin. Artêşa me ya jinan a Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) pêşengiya şoreşê kir û heta niha jî li dijî her cure êrîşan têdikoşe. Her wiha pergala neteweya demokratîk, zagona jinan û pergala hevserokatiyê pêşengî kir. Em dixwazin şoreşa jinan bandorê li ser tevahî jinên cîhanê û Rojhilata Navîn bike. Ev forum bi pêşengiya Kongreya Star û 7 rêxistinên jinan pêk tê. Beşdariyek baş heye her wiha dê li ser zoomê jî beşdariya jinên Rojhilata Navîn çêbibe. Em dixwazin ev forum bibe bingeha yekitiya jinan di Rojhilata Navîn de. Êşên jinên Rojhilata Navîn û Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek in. Ger em bi hev re êşên xwe binirxînin û encaman bigerin dê serkeftin ya jinan û dê yekitiya jinan ava bibe. Encamên ku di forumê de derkevin dê werin parvekirin. Em ê têkiliyên heyî zêde bikin û xurtir bikin da ku em destkeftiyên xwe biparêzin. Ez hêvî dikim ku di foruma me de encamên baş derkevin û dê 2 rojan berdewam bike. Ev forum bibe pêşîvekirinekî ku em hîn zêde têkiliyên xwe bi jinên Rojhilata Navîn re çêbikin. Em bikaribin destkeftiyên xwe xurt û misoger bikin.”

“Şoreşa jinan dê bi yekitiya jinan bi ser bikeve”

Beşdarvana forumê Evîn Gafûr jî wiha got: “Îro bi 10 saliya şoreşa 19’ê Tirmehê re foruma jinên Rojhilata Navîn tê lidarxistin. Forum bi saya şoreşa jinan tê lidarxistin ku bi sedan jin beşdar bûne. Îro em nirxandina şoreş, xebat û encama 10 salan a şoreşê li vê derê dikin. Îro bandorên neyînî yên netew-dewletê ne tenê li ser jinên Kurd, li ser tevahî jinan hene. Îro jinên Kurd, Ereb, Çerkez, Suryan û Tirkmen tên gel hev û şoreşa jinan dinirxînin. Armanca jinan ew e ku şoreşa xwe biparêzin û bikin malê tevahî jinên Rojhilata Navîn. Îro çirûska şoreşê li Kobanê dest pê kir û belavî tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Ev şoreş hişt ku hemû pêkhate beşdarî şoreşê bibin. Beriya şoreşê rola jinan hatibû windakirin, lê bi şoreşê re tevahî jin beşdar bûn û tevlî hemû kar û xebatan bûn. Mînaka herî berbiçav jî jin tevlî pergala hevserokatiyên bûn û di Rêveberiya Xweser de bûn pêşeng. Di qada leşkerî de dikaribûn gavên pir mezin bavêjin ku wek çeteyên DAIŞ’ê têk bibin. Jin di aliyê siyasî û dîplomasî de rol lîstin. Jin di şoreşê de rolek pir mezin lîstin û gavên pir erênî avêtin. Tu carî ranewestiyan û heta niha jî şoreşa xwe diparêzin ku mînaka wê lidarxistina vê forumê ye. Îro dewleta tirk êrîşî herêmê dike û her roj gefan dixwe, di van êrîşan de jin tên hedefgirtin ku li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkanî û Girê Spî jin rastî hemû cureyên tundiyê tên. Em bi hêza jinan geş dibin û divê em berxwedana xwe xurt bikin û destkeftiyên jinan biparêzin. Ev forum pir girîng e ku jin şoreşa jinan binirxînin. Em dixwazin destkeftiyên mezin bi dest bixin da ku bigihîjinin tevahî jinên cîhanê. Şoreşê îro bi jinan dest pê kir û dê bi jinan re jî bi ser bikeve.