Nobeta edaletê di roja 483’yemîn de ye

Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 483'yan a Nobeda Edaletê de wiha gotin:"Li gel ku hemû rastî derketine holê jî, ji ber ku qanûn tenê li ser kaxizê hene, nobeta edaletê ya dayikê ya li pêşiya qesrê ev 483 roj in berdewam dike."

Navenda Nûçeyan - Xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Bi mebesta darizandina kujeran û girtina wan, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 483’yan de bê navber didome.

Malbat, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê û li ser derenskeyên edliyeyê dest bi nobeta xwe kirin. 

Di dema nobetê de malbatê derheqê doza xwe de agahî dan kesên rêya wan li edliyeyê ketiye. Malbatê li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal jî ev peyam parve kir: “Li gel ku hemû rastî derketine holê jî lê belê ji ber ku qanûn tenê li ser kaxizê hene, nobeta edaletê ya dayikê ya li pêşiya qesrê ev 483 roj in berdewam dike.”