Li ser diyardeyên sûneta jinê û zewaca zarokan şanoyek hat pêşandan

Diyardeyên zewaca zarokan û sûneta jinê, yek ji diyardeyan e ku li ser jinan tê ferzkirin. Li Qahire bi pêşengtiya Weqfa Pirsgirêkên Jinan ên Misrê bi armanca bal kişandina li ser diyardeyên zewaca zarokan û sûntekirina jinê şanoyek hat pêşandan.

ASMA FATHÎ

Qahîre - Bi pêşengiya Weqfa Pirsgirêkên Jinan ên Misrê bi armanca balkişandina ser diyardeyên zewaca zarokan û suntekirina jinan, nîqaşkirina bandorên wê yên derûnî û fizîkî, li Qahîreyê şanoyek hat pêşandan.

Di şanoyê de çîrokên cur be cur ên jinên ku rastî herdu diyardeyên ku li ser wan tên ferzkirin hatin vegotin.

Piştî ku şano bi dawî bû di navbera lîstikvanên şanoyê û temaşevanan de li ser bûyer û diyardeyên ku  hatin vegotin, nîqaş hat meşandin.

Berpirsa Şêwirmendiya Derûnî ya Bernameya Têkoşîna Li Dijî Tûndiya Li Ser Jinan ya Weqfa Pirsgirêkên Jinan a Misrê Nahed Amara da zanîn ku ev şano bi armanca avakirina haydarbûnê yek ji xebatên projeyek e tê meşandin.

Ji bo pirsgirêkên civakî hewl didin bername û şanoyan li dar bixin

Nahid Emara destnîşan kir ku ji bo nîqaşkirina mijarên li ser van pirsgirêkên civakî, bernameyên haydarî û pêşandanên şanoyê jî di nav de li ser hinek xebatan dişixulin û da zanîn ku ew ji bo çareserkirina van pirsgirêkên ku di nav civakê de hene, ji sala 1995’an ve dişixulin.

Her wiha destnîşan kir ku xebatên wan ên li ser vê mijarê bi hemu leza xwe berdewam dikin û der barê tiştên ku jin di van xalan de dijîn de wiha got: “Min jinên ji 70 salî mezintir nas kirin û rojên sunetkirinê yên di 8 saliya xwe de jiyane bi hemû hûrgiliyên xwe hatin bîra wan.”

Nahid Emara destnîşan kir ku di mijara zewaca zarokan de ji bo guhartina xala “der barê zewaca zarokan de tu belge nîn e”de pêşnûmezagonek nû heye û li gorî vê tê gotin ku zarokên ji 18 salî biçûktir nabe ku bizewicin.