Nobeta Edaletê 610 roj in berdewam dike

Malbata Şenyaşar ku 610 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeta Edaletê didomîne, bal kişand li ser van gotinan: "Ger daraz nikaribe mazlûman biparêze û nikare dengê xwe ji yên serdest re derxe, kes nikare li wir behsa edaletê bike.”

Riha -  Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 610’emîn de didome. Emîne Şenyaşar ji ber ku nexweş bû tevlî nobedê nebû, Ferît Şenyaşar nobet didomîne.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyayê ev peyam parvekir: “Ger daraz nikaribe mazlûman biparêze û nikare dengê xwe ji yên serdest re derxe, kes nikare li wir behsa edaletê bike. EW CIH: QESRA EDALETÊ YA RIHAYÊ YE. Têkoşîna ku li dijî bêedaletiyê bûye dîrok, di roja xwe ya 610’an de ye…”