Ji bo Nagîhan Akarsel semînerek hat lidar xistin

Xwendekarên Zaningeha Jineolojî ji bo danasîna jiyan û têkoşîna nagîhan Akarsel seminerek lidar xistin.

Qamişlo – Bi dirûşmeya ‘Çareseriya demê; Jin, Jiyan, Azadî’ Xwendekarên Zaningeha Jineolojiyê ji bo danasîna jiyana Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî Nagîhan Akarsel a 4’ê Cotmeha 2022’an di encama êrişa çekdarî ya dewleta Tirk ve li Silêmaniyê jiyana xwe jidest da, ji xwendevanên Zanîngeha Rojava re, li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhiltê Sûriyeyê, semînerek lidar xist. Jinên ciwan ên beşdarî semînerê bûn gotin, “Nagîhan Akarsel ji bo me tekoşera zanistê ye û em ê li ser şopa wê bimeşin.”

Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan Rîm Dada ya beşdarî semînerê bû Nagîhan Akarsel bibîr anî, bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a li dijî jinên pêşeng û got “Ev êriş li dijî jinên pêşeng tirsa mezin a hêzên hegemon nîşan dide. Ji qetilkirina Jîna Emînî heta hedefgirtina rêheval Nagîhan Akarsel, heman şêwazê bû. Li ser vî esasî me xwest em rastiya jinên pêşeng û zanistnas wekî Nagîhan Akarsel ji xwendevanan re parve bikin, ji ber ku rewşenbîr û zaneyên pêşeroja me xwendekar in.”

‘Em li ser şopa Nagîhan in’

Xwendekara Beşa Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojava Zehrîban Hisên a bal kişand ser felsefe û birdoziya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya jinên Kurd pêşengiya wê dikin, destnîşan kir ku xwedî derketina vê dirûşmê ji bo pergala mêr dewletê tirsekê mezin ava dike û got; “Ji destpêka şoreşa jinê ve jinan di bin vê dirûşmeyê de li berxwe didin û ji bo azadiya xwe têdikoşin û îro jî em rêya wan dişopînin. Em ê bi berxwedanê bigihêjin azadiya xwe û ber bi azadiya hemû jinan û civakê ve bimeşin ji ber azadiya civak û jin bi hev ve girêdayî ne. Nagîhan Akarsel ji bo me wekî xwenfdekarên Jineolojiyê, tekoşera zanistê ye û em ê li ser şopa wê bimeşin.”