Nobeta Edaletê 552 roj in bênavber didome

Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ve hat destpêkirin 552 roj in berdewam dike.

Riha -  Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Emînê Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja xwe ya 552’emîn de ye. Malbatê ji ber edliye di dawiya hefteyê de girtî ye, çalakiya xwe di mala xwe ya li Pirsûsê de domand. 

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyayê Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag û Waliyê Rihayê Salîh Ayhan etîket kirin û ev parvekirin kir: “Çi hukmê axaftina bêyî kirin nîn e. Yên ku wijdana wan hene, rondikên dayikan hîs dikin. #Hunêdirondikênmedebifetisin.”