Girtina dibistanên navîn bû sedema bertekan

Li gorî texmînên Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî UNICEF’ê li Afganistanê xwendina navîn ji bo sê milyon keçan qedexe ye.

Navenda Nûçeyan – Biryara Talîbanê ya girtina dibistana keçan li parêzgeha Paktia ya başûrê rojhilat, hêrsa zarokên keç, dê û bavan rakir. Ji ber vê yekê zarokên keç xwepêşandanên nerazîbûnê li dar xistin û daxwaza rakirina astengiyên li ser xwendina keçan kirin, bi taybetî di dibistanên navîn de.

Bi dehan zarokên keç li parêzgeha Paktia li rojhilatê Afganistanê roja 10’ê Îlonê, li dijî girtina dibistanên wan ên amadeyî ji aliyê Talîbanê ve xwepêşandan kirin.

Hefteya borî li ser îsrara bi sedan xwendekarên ku ji xwendinê bêpar mabûn, hîndekarî li pênc dibistanên amadeyî yên giştî ji bo keçan li eyaletê ji nû ve dest pê kiribû, lê digel ku xwendekar roja şemiyê vegeriyan dibistanên xwe li Gardez, paytexta eyaletê, ji wan re hat gotin. Li gorî çalakvanek mafên mirovan jin û rûniştvanên deverê dibêjin ku vegerin malên xwe.

Xwendekaran teqez kirin ku perwerde mafekî bingehîn ê mirovî ye û daxwaza vekirina fermî ya dibistanan kirin, gotin ku mafê wan heye li welatê xwe xwendinê bidomînin.

Her roja diçe Talîban qedexeyên hişk li ser jinan ferz dike

Piştî ku Talîbanê di Tebaxa 2021’ê de dest danî ser rêveberiyê, li gorî têgîna xwe ya tund a îslamê, qedexeyên tund li ser keç û jinan sepand, wan ji jiyana giştî dûr xist û di Adara borî de ferman da girtina hemû dibistanên navîn ên keçan, çend demjimêran piştî vekirina wan.

Karbidest teqez dikin ku qedexekirina xwendina keçan ‘mijareke teknîkî’ ye û ders dê ji nû ve bê destpêkirin d ku mufredatek li ser bingeha şerîeta îslamî were pejirandin. Lê belê, hin dibistanên fermî li hin deverên welat vekirî man, di bin zexta malbat û herêmî de ne. Li piraniya parêzgehên Afganistanê dibistanên zarokên keç girtî ne, nemaze li paytext Kabîl û Qendehêrê.

Di mehên dawî de jî bi rêziknameyek qedexeyên li ser jinên ku bê mehrem rêwîtî dikin gera mêr û jinan bi hev re ya li parkan hatibû diyarkirin.