Nobeta Edaletê 507 roj in didome

Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê bê navber didomînin, wiha got: “Yên ku hewl didin malbata me reş bikin nizanin ku roj bi roj bêhtir di çiravê de diçin. Doza me heqîqetek e.”

Riha - Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja 507’emîn de ye. Nobeta ku Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya nekarî beşdar bibe, kurê wê Ferît Şenyaşar a hat li ver Edliyeya Rihayê domand.

Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyayê ev parvekirin kir: “Kes nikare rastiye her kes pê dizane binixûme. Yên ku hewl didin malbata me reş bikin nizanin ku roj bi roj bêhtir di çiravê de diçin. Doza me heqîqetek e. Dê têkoşîna me ya di nava sînorên qanûnî de bidome!”