Li Minbicê goreke komî hat dîtin

Di goreke komî ya li derdora avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê hat dîtin de 29 cenazeyên ku di navbera wan de ên jinan jî hene, hatin derxistin.

Minbic- Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek mirovên sivîl bi îşkenceyê hatin qetilkirin, cenazeyan wan jî di gorên komî de hatin definkirin. Kesên ku ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûn jî bi salan e li xizmên xwe yên winda, tu agahî nagirin. Di goreke komî ya li derdora avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê hat dîtin de 29 cenazeyên ku di navbera wan de yên jinan jî hene, hatin derxistin.

Der barê agahiyên nasnameyan de lêkolîn hatin destpêkirin

Piştî ku karkerên Şaredariya Gel a Minbicê di dema xebatên kanalîzasyonê de cenazeyên mirovan dîtin, ekîbên tenduristiyê û ewlehiyê hatin agahdarkirin. Di kolandina ku bi tedbîrên ewlehiyê hatin kirin de hat tesbîtkirin ku di qada tê behskirin de gora komî heye. Ji bo nasnameyên 29 cenazeyên ku ji gora komî hatin derxistin bên diyarkirin, lêpirsîn hat destpêkirin.

Di cenazeyan de şopên îşkenceyê hene

Li gorî agahiyên destpêkê, tevahiya cenazayên ku hatine derxistin, destên wan li paş hatine girêdan. Ev yek îhtîmala ku cenaze ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine definkirin xurtir dike. Dîroka vê gora komî digihîje dema dagirkeriya DAIŞ’ê lê heta niha jî nehat diyarkirin ku di kîjan salê de hatine kuştin. Di dema kontrolê de hat fêmkirin ku çavên kesên hatine qetilkirin hatiye girêdan, di kilox û organên din de şopên îşkenceyê hatine dîtin.

Komîteyek hat avakirin

Dema xebatên lêgerînê berdewam dikirin, agahî hat ku hejmara cenazeyan zêde bûye. Di bin çavdêriya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê de komîteyek ji Desteya Tenduristiyê û bijîşkên Tiba Edlî pêk tê hat avakirin.