Nobeda edaletê di roja 511’emîn de ye: Qanûnê bicîh bînin

Malbata Şenyaşar, nobeda xwe ya edaletê didomîne, daxwaza pêkanîna qanûnan kir û diyar kir ku tişta qewimî ji aliyê desthilatdar û raya giştî ve baş tê zanîn.

Riha - Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja 511’emîn de ye. Nobeta ku Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya nekarî beşdar bibe, kurê wê Ferît Şenyaşar a hat li ver Edliyeya Rihayê domand.

Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal vê pêyamê ragihand: “Ji bo edaletê ne hewce ye ku tiştekî awarte bê kirin! Li gor qanûnan tevdigerin, ne fermanên serdestan. #AcıkveNet jî dizane ku bêedaletî heye, desthilatdariya welat, millet jî dizane... #SeçimSeninTürkiye #IstanbulAdliyesi.”